‘Pêwîst e tu partî ji hilbijartinên parlementoya Başûr neyên dûrxistin’

Partiyên siyasî yên Rojava bang li YNK û PDK`ê  kirin ku rê li pêşiya azadiya siyasî vebikin û divê  tu partiyên siyasî ji hilbijartinên parlementoya Başûrê Kurdistanê neyên dûrxistin.

‘Pêwîst e tu partî ji hilbijartinên parlementoya Başûr neyên dûrxistin’
28 îlon, 2018   07:32

RÊNAS REMO – KADAR ÎBRAHÎM / QAMIŞLO

Partiyên Kurd ên Başûrê Kurdistanê amadekariyên hilbijartinên parlementyoyê yê ku wê di 30`ê Îlonê de werin lidarxistin, dikin. Li gorî Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah ku di 22`ê Îlonê de ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku PDK`ê li ser xwesteka dewleta Tirk nehişt ku Tevgera Azadî tev li hilbijartinan bibe. Abdullah destnîşan kir ku PDK`ê rê li pêşiya pêşketina Tevgera Azadî digre her wiha got PDK`ê di bin siya dewleta tirk de tevdigere û nikare tu gavê bavêje bêyî ku li hikûmeta AKP`ê vegere.

Di vê çarçoveyê de partiyên siyasî yên Kurd  ên navçeya Tirbespiyê bang li partiyên Başûrê Kurdistanê kirin ku pirsgirêkên siyasî bidin aliyekî da ku parlementoyê aktîf bibe. 

Endamê Komîteya Navendî ya PDKS`ê (El-Partî)  Ebas Hisên destnîşan kir ku derfetekî baş û mezin li pêşiya gelê Başûrê Kurdistanê heye da ku tev li hilbijartinan bibin, guhertineke ber bi başbûnê ve çêbikin û dengê xwe bidin ew kesên ku dê xizmeta gel bikin.

‘Nûnerên xwe da ku parlementoyê ber bi istiqrarbûnê ve bibin, hilbijêrin’

Ebas Hisên destnîşan kir ku bûyerên dawî ku li Başûrê Kurdistanê qewimîn baweriya gel bi partiyên siyasî yên ku Başûrê Kurdistanê bi rêve dibin, şikand û ev tişt anî ziman:"Em bang li hemû gelê Kurd dikin ku ji şaştiyên xwe yê berê sûd werbigrin û nûnerên xwe ji partiyên ku dikarin parlementoyê ber bi istiqrarbûnê ve bibin, hilbijêrin." 

Ebas Hisên diyar kir ku roja 30`ê Îlonê rojeke dîrokî ji bo gelê Başûrê Kurdistanê ye, qutkirina tu partî û tevgeran ji tevlîbûna ji hilbijartinan dê bandoreke neynî li demokrasî û azadiya Başûrê Kurdistanê bike, her wiha dê berdewamiya siyaseteka partiyekê be ji ber wê pêwîsete gel vê yekê red bike.

Hisên Abdullah di dawiyê de got heger hemû partî tev li hilbijartinan bibin bêyî ku tu partî werin dûrxisti û wiha dewam kir:”Pêwîste gel berê xwe bidin sandqên hilbijartinan û kesên ku nûnertiya wan bike, dengê wan bighîne û armanc û azadiya wan pêk bîne hilbijêrin, ji ber ku hilbijartin derfeteke ku ji desthilatdariya yek partî bi dawî bibe.”

Ji aliyê xwe ve yek ji rêveberên Buroya Partiya Lêbiral a Kurdistanê Rojîn Mihemed Seîd got pêwîste hemû partiyên Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên siyasî bidin aliyekî û li gorî armanc û xwestekên gelê Kurd bin.

Rojîn destnîşan kir ku pêwîste her kes dev ji berjewendiyên xwe yên kesayetî û partî berdin û ji bo xwestekên gelê Kurd bixebitin û wiha anî ziman:”Kesên ku xwe hilbijartine ew kesên ku nûnertiya gel dikin, ji ber wê pêwîste armanc û mafê gel pêk bînin û xizmetên ku ji ber nakokiyan hatibûn paşguhkirin bi karê baş di parlementoyê de werin  pêşkêş kirin û çareserkirin.”

Rojîn tekez kir ku pêwîste kesên welatparêz werin hilbijartin û got ew kesên ku dê deng û xwestekên gel bighîne hikûmeta Iraqê, hilbijêrin.

Banga ji bo YNK û PDK`ê

Di dawiyê de Rojîn Mihemd Seîd bang li hemû partiyan kir ku rêzgirtin bidin  pîvanên partiyên din û destnîşan kir ku pêwîste YNK û PDK`ê rê li pêşiya azadiya siyastê ji partiyên din re vekin û tu partiyan qut dûr nexin.

(bx/kc)

ANHA