‘Armanca Tirkiyeyê têkbirina ewlehiya herêmê ye‘

Têkildarî daxuyaniyên serokê Tirkiyeyê Receb Tayîb Erdogan ku gotîbû: “divê ev herêm ji terorê bêne paqijkirin” siyasetmedar û rewşenbîrên Bakurê Sûriyeyê bertek nîşandan û gotin ku Tirkiye bi vê hewldanê dixwaze aramî û ewlehiya herêmê xira bike.

‘Armanca Tirkiyeyê têkbirina ewlehiya herêmê ye‘
28 îlon, 2018   06:27

ZANA SEYDÎ-DICLE EHMED / KOBANÊ

Di çarçoveya hevpeymana Rûsya-Tirkiye de li ser parêzgeha Idilbê ya  bakur-rojavayê Sûriyeyê ku bi dehan gurubên çete di nav de Cebhet Tehrîr El-Şam (El-Nûsra) xwe bicih kirine. Seroka Tirkiyeyê Receb Tayîb Erdogan di hevdîtina xwe ya bi serokê Rûsyayê re Putîn bal dikşînê ser herêmên Rojhilatê Firatê û dibêje ku ‘Divê ev herêm ji terorê bêne paqijkirin’.

‘Tirkiye û dewletên din sûdê ji aloziya Sûriyeyê digirin’

Têkildarî mijarê Cîgira Serokê Buroya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya herêma Firatê Semîre Elî got:“Sedema sereke ji aloziya Sûriyeyê nepejirandina dewletên xwedî hêz bi dawîkirina şer e. Ji bo berjewendiyên xwe temenê aloziya Sûriyeyê dirêj dikin. Serkêşiya vê jî dewleta Tirk dike. Dewleta Tirk dixwaze gelek herêmên berfireh ji Bakurê Sûriyeyê bi zorê bixe nav xaka xwe.”

Beriya vê bi çend rojan, serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin bi serokê Tirkiyeyê Receb Tayîb Erdogan re civiya, ew jî piştî lidarxistina civîna alîgirên rêjîma Sûriyeyê (Rûsya û Îran) û Tirkiyeyê. Di civînê de biryara avakirina herêma bê çek li Idlibê hate girtin.

Semîre destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze rewşa Idlibê carekê bi hinceta sivîlan û danûstandinên bi gurubên terorîst qaşo ku wê çekên xwe deynin paşguh bike. Her wiha dixwaze nakokiyan veguhêzîne herêmên rojhilata Firatê yên ku aram in.

‘Tirkiye terorîstan hembêz dike û piştgiriya wan dike’

Semîre di berdewamiya axaftina xwe de got:"Idilb terorîstan hemêz dike û Tirkiye jî piştgiriya wan dike û diparêze. Tirkiye bi daxuyaniyên xwe li Sochiyê û bi îdiayên xwe yên ku dibêje teror li herêmên rojhilatê Firatê heye, Kurdan armanc dike û ji bo tunekirina wan bi hemû kesên dijberî wan re hevkarî dike û dixebite. Ev kiryarên dewleta Tirk xeter in. Divê Tirkiye li hesabên xwe vegere, ji ber ku herêmên rojhilatê Firatî yên gelê Sûriyeyê ne.” 

Di civîna Sochiyê de her du alî Rûsya û Tirkiyeyê li ser avakirina herêmek bê çek li ser dirêjahiya herêmên di navbera rêjîma Sûriyeyê û gurubên çekdar de yên li Idlibê bi kurahiyek di navbera 15-25 km li hev kirin. Ji aliyê xwe ve Erdogan daxuyanî da ku herêmên bin serweriya QSD`ê, li ser Tirkiyeyê xeter in.

‘Armanca tirkiyê dagirkeriye’

Her wiha endamê Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd ê Kantona Kobanê Mezlûm Cemo got: “Idlib ji bo Tirkyeyê ne girîng e. Hemû peyman û civînên wê bi armanca gihaştina herêmên rohilatê Firatê û şerê li dijî QSD`ê ne.”

Cemo diyar kir ku hikumeta Tirkiyeyê bi vê yekê dixwaze gelê Sûriyeyê ji armanca xwe ya rizgarkirina Efrîn û herêmên din ji dagirkeriya Tirk dûr bixe.

Ji aliyê xwe ve Tirkiye her diçe pirsgirêka Sûriyeyê asê dike û tevî nakokiyên hundirê Tirkiyeyê dixwaze serkeftî ji aloziya Sûriyeyê der bikeve.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Tirkiye parêzgeha Idlibê ku 20 hezar komên çete di nav de çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusra) hene, diparêze.

(şx)

ANHA