Li Sûriyeyê kî cihêkar e?- ZEKÎ BEDRAN 

Li Sûriyeyê kî cihêkar e?- ZEKÎ BEDRAN 
1 cotmeh, 2025   10:06

Gelo yên ku sînoran dixin nava Sûriyeyê û bi herêman ji hev cuda dikin cihêkar in, yan jî yên ku dixwazin dawî li vê yekê bê anîn? Hikumeta demkî bi xwe di pratîkê de Sûriyeyê parçe dike, hin herêman dorpêç dike û ambargoyê datîne.

Sûriye wê di bin serweriya HTŞ’ê de ber bi ku ve diçe? Divê ev pirs ji hêla hemû derdorên ku bi civaknasî û siyasetê re eleqedar in ve were pirsîn. Rewşenbîrên Sûrîyê û yên ku daxwaza demokrasiyê dikin divê bi taybetî vê yekê bifikirin. Hin rewşenbîr û derdorên ji Sûrîyê xuya dikin ku bêrêxistin û bêhêvî ne. Em bêhêz in û em nikarin bibandor bin. Hêzên ku bandorê li Sûrîyê dikin jî li gor berjewendiyên xwe yên takekesî tevdiger in. Gel jî bêagahî û bêrêxistin e, û ew bawer dikin di wê rewşê de ku ew nikarin tiştek ê bikin. Bi kurtasî, ew ji pêşeroja azadî û demokrasiyê metirsî jiyan dikin û ew pir xwedî bendewariyekê nîn in. HTŞ naxwaze vîna gelên Sûriyê hemû bib e xwedî maf û  roleke yekgirtî bilîze. Ew xwedî xwedîyê hişmendiyekê wisa ya civakî nînin. Ew bendewariya hikûmeteke navendî û olî ya hişk diparêz in. Ew naxwazin kesên ku bi wan re piştgriyê nakin, di xebatên siyasî de cih bigir in. Ew bawer dikin ku “em hatin Şamê û dezgehên hikûmetê girtin destê xwe, ji ber vê yekê dewlet û desthilatdarî mafê me ye.” Piraniya komên di nav HTŞ’ê de endam û çeteyên El-Nusra û DAIŞ’ê ne. Ehmed Şera û DAIŞ’ê di vê serdemê de teqez kir ku her çend ew ji her kesî re dibêjin ku ew guherîne, lê di rastiyê de neguherîne û tiştê ku ew dixwazin dikin. Wan bi komkujiyan bersiv dan pirsgirêkên li herêmên Elewiyan. Wan heman kiryar li dijî Durzîyan jî pêkanîn. Gelo ew kesên ku dibêjin em guherîne komkujiyan dikin, malan dişewitînin û serî li talanê didin? Gelo ew jinan direvînin û mirovan bê cudahî, çi kal bin çi zarok, îdam dikin? Wan ti rêz ji zagonên şer ên mirovî û pîvanên exlaqî ne girtine û ti fikarên wan ên wiha jî nînin.

Gelo piştî hatina ser desthilatê HTŞ’ ev kir? Na, pêkanînên wan ên berê dişibin hev. Ji ber vê sedemê, ew ji aliyê NY, DYA, Ewropa û gelek welatên din ve wekî rêxistineke terorîst hatin nîşan dan. Ahmet Şera bi mîlyonan dolar xelat bi bona radestkirina wî dihat dayin. HTŞ  piştî  ragihand ku xwe guheriye jî DYA ev dûbare kir. Ev pêkanîn nîşaneya kiryarên wan in. Dema ku HTŞ ev komkujî kirin, ew hîn li ser Sûriyê ne di bin serweriya wan de bû. Ew hewl didan ku ji hêzên navneteweyî çiraya kesk bigir in û xwe baş bidin xuya kirin. Ji ber ku wan ev komkujî di vê serdema veguhêz de kirin, dema ku hîn jî qels bûn, ew ê çi kiryarên xeter pêkbînin ger ew li Sûriyê tevahî serdest bibin û hikûmetek navendî ya hişk ava bikin?  Ehmed Şera di 10’ê Adarê de peymanek bi fermandarên QSD’ê re îmze kir. Li gorî vê yekê, ew ê Kurdan wekî hêmanek bingehîn a Sûriyê nas bikin û mafên wan li gorî destûrê mîsoger bikin. Agirbest dê li seranserê Sûriyê were bicîhanîn. Çend roj piştî vê îmzekirinê, destûra demkî ya ku ji hêla HTŞ ve hatî amadekirin, behsa Kurdên ku di peymanê de beşdar bûne nekir. Destûra demkî Kurd û mafên wan paşguh kir. Diviya bû li seranserê Sûriyê agirbest hebe, lê ji mehekê şûnde, li dijî Durziyan qirkirin pêk hat. Dema ku hikûmeta demkî hate ragihandin, Kurd, gelên herêmên Rêveberiya Xweser, Durzî û gelên din hatin derxistin. Ji ragihandina hikûmeta veguhêz û heya niha li Sûriyê ti aramî pêşneketiy e.

Her çiqas nakokî û pevçûnên desthilatê bi Durzîyan re hebe û pirsgirêk çareser neb in jî, ew hîn jî welatiyên Sûriyê ne. Pêwîstbû ku bi awayekî çêker bi wan re danûstandin hatiban kirin, lihevkirinek çêbiba û pirsgirêk çareser kiriban. Ev desthiladarî berpirsiyariyek li hember gelên Sûriyê tevahî heye. Lê, ew di bin dorpêçê de hatin danîn, ji ber ku Durzîyan wekî ku dixwestin tevnegeriyan. Niha  Siwêda di bin zext û dorpêçêde ye. Piraniya Durzîyan ji bo ku ji komkujiyan birevin penaberî Îsraîlê bûn. HTŞ Durzîyan ji ber vê yekê sûcdar dike. Ew gelên Sûriyê li dijî wan sor dike, wan wekî xayîn û hevkarên Îsraîlê nîşan dide. Lê ew kiryarên ku HTŞ’ê pêkanîn û Durzî neçar kirin ku bi komkujiye re rû bi rû bimînin, ji tu kesê napirse. Ew berpirsiyariya xwe nas nake. Ew rastiyan berovajî dike û yên ku ji qirkirinê re rû bi rû mane tawanbar dike. Wan ji bo eşkerekirina kesên ku li dijî Elewiyan komkujî kirine, qaşo desteyekê lêpirsînê ava kir. Bi awayekê zelal kuştinên sivîlan li wir hatin belge kirin. Eşkere bû ku ev deste dê rastiyê eşkere neke. Hikûmeta HTŞ ew vesazî kir in. Her çend wan deste ava kir da ku xwe bê sûc bidin xuya kirin jî, deste neçar ma ku hin kiryarên ku ji aliyê HTŞ’ê ve hatiye kirin bi pejirîn e. Tevî vê yekê, gelo kesek hatiye girtin û darizandin? Na.

Hikûmeta veguhez gotina ku ji Tirkiyê wergirtiye bikar tîne, ku dibêje qaşo Kurd dê dewletek cuda ava bikin û Sûriyê, li gorî dilê xwe, dabeş bikin. Kurdan û QSD bi berdewamî rêyên çareseriyê ji bo goftûgoya bi Şamê re û amadebûna xebata bi hev re ji bo çareseriyê diyar kirine. QSD û Rêveberiya Xweser bi erênî li  rolên navbeynkariyê yên dewletên wekî DYA û Fransayê nêz bûn. Lê, ew hikûmeta veguhêz bi xwe bû ku ji hevdîtinan dûr ket û ew jî asteng kir in. Ew ji hevdîtinên Parîsê vekişiyan. Tevî vê yekê, Rêveberiya Xweser helwesta  xwe ji bo avakirina Sûriyekê demokrat diyar kir û bi Şamê re hevdîtinan domand. Hikûmeta Şamê niha hewlên xwe ji bo ferzkirina dorpêça li dijî herêmên Rêveberiya Xweser zêde kiriye. Her çend kelûpel û bazirganî bi awayekî zehmet tê meşandin jî di nav herêmên HTŞ de derbas dibin jî, wan seyare, kelûpel û bazirganiya ji herêmên Xweser ber bi herêmên hikumeta veguhêz ve qedexe kiriye. Rêya Reqa-Helebê ji bo trafîkê hatiye girtin. Ew dixebitin ku herêma Rêveberiya Xweser ji hêla aborî ve qels bikin û mafê tevgera azad a gel asteng bikin. Yên li rojhilatê Firatê ne û li herêmên Rêveberiya Xweser dijîn hemû welatiyên Sûriyê ne. Gelo ew kesên ku sînor di nav Sûriyê de danîne û herêm ji hev veqetandine, cudaxwaz in, an jî ew kesên ku dixwazin ev kiryar bi dawî bib in? Di rastiyê de, ew hikûmeta demkî bi xwe ye ku Sûriyê dabeş dike, hin herêman dorpêç dike û zextê li ser gelên Sûriyê ferz dike.