ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28.09.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28.09.2018
28 îlon, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Şêniyên herêma Dêrik û Girkê Legê şervana YPJ‘ê Evîn Efrîn a ku di encama birînê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir dikin. Saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şehîdên meha Îlonê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi merasîmekê têne biranîn. Saet 17:00. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Têkoşer Mehmûd Mihemed (Şahîn) xwedî vîneke xurt û azad bû. Ji destpêka ciwantiya xwe ve beşdarî nava xebatên şoreşê bû û hemû hêza xwe di doza welat û parastina axa welat de bi kar anî û gihaşt asta şehadetê. (BI WÊNE).

-Parêzerên herêma Cizîrê diyar kirin ku biryara dozgeriya giştî ya Tirkiyê ya der barê Ocalan de biryara desthilatdaran e, armanc jê ew e ku Ocalan ji rûdanên rojane bê agahî bihêlin. Parêzeran gotin, Ocalan tekane mirov e ku dikare krîzên Rojhilata Navîn çareser bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Komên çete yên li Idlibê hatin bicihirin di bin emrê Erdogan de tevdigirin, ev yek di pêkanîna terorîstan a tîfaqa Sochiyê de diyar dibe. Li aliyekî din jî çekdarên opozsiyona Sûriyeyê êdî Erdogan fam kirine ku dikar wan di her kêliyekî de bifroşin, ev yek ji bo Erdogan tirsekî çêkiriye, ku çekarên opozisyonê bi rêjimê re li hev bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Partiya Guhertin a Demokratîk a Kurdistanê buroya xwe li taxa Miftî ya bajarê Hesekê vedike. Saet 10:00.

-Partiyên siyasî yên Rojava, bang li YNK û PDK‘ê kirin ku fersendan li pêşiya azadiya siyasî veke û beşarbûna partiyan ji bo hilbijartinên parlamantoyê paşguh nekin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Siyasetmedar û rewşenbîrên Bakurê Sûriyeyê diyar kirin ku daxuyaniyên Erdogan xizmeta hewldanên çarseriya aloziya Sûriyeyê nakin û destnîşan kirin ku Tirkiyeyê dixwaze bi vê hewldanê nakokî derbasî herêmên Rojhilatê Firatê bike û aramî û ewlehiya herêmê têk dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên pêkhateyê Suryan pirsgirêkên xwe li gorî qanûnên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Mala Aştorat çareser dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Hunermendê 40 salan bû, bi hêsanî nebû tembûrvan û piştî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Efrînê her tiştê xwe winda dike, niha jî li koçberiyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Efrînê bi armanca parastin û zanakirina ciwanan ji şêwazên şerê taybet, ciwan birêxistin kir û perwerde kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Koçberên Dêrazorê li bajarê Reqayê di malên bê derî û pencere bi cih bûne. Bi hatina zivistanê re û paşgukirina rêxistinan rewşa wan zehmetiyan dikşînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Zarokê bi navê Sîpan Xelîl yê 9 salî ji zarokên bi temenê xwe de cuda ye, ruxmî temenê xwe ya biçûk peykaran ji tiştên kevn çêdike û her wiha hemî alavên kehrebeyê yên malê sererast dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatiyê Kobanê Hecî Arif Hecano bi destê xwe alavên firneya nanê turîzmê çêkir û ji bo bicihanîna pêdiviyên welatiyên Kobanê, firneya nanê turîzmê vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA