Têkoşer Mehmûd Mihemed bi rihekî şoreşgerî gihaşt şehadetê

Têkoşer Mehmûd Mihemed (Şahîn) xwedî vîneke xurt û azad bû. Ji destpêka ciwantiya xwe ve beşdarî nava xebatên şoreşê bû û hemû hêza xwe di doza welat û parastina axa welat de bi kar anî û gihaşt asta şehadetê.

Têkoşer Mehmûd Mihemed bi rihekî şoreşgerî gihaşt şehadetê
Têkoşer Mehmûd Mihemed bi rihekî şoreşgerî gihaşt şehadetê
Têkoşer Mehmûd Mihemed bi rihekî şoreşgerî gihaşt şehadetê
Têkoşer Mehmûd Mihemed bi rihekî şoreşgerî gihaşt şehadetê
Têkoşer Mehmûd Mihemed bi rihekî şoreşgerî gihaşt şehadetê
Têkoşer Mehmûd Mihemed bi rihekî şoreşgerî gihaşt şehadetê
Têkoşer Mehmûd Mihemed bi rihekî şoreşgerî gihaşt şehadetê
Têkoşer Mehmûd Mihemed bi rihekî şoreşgerî gihaşt şehadetê
Têkoşer Mehmûd Mihemed bi rihekî şoreşgerî gihaşt şehadetê
Têkoşer Mehmûd Mihemed bi rihekî şoreşgerî gihaşt şehadetê
28 îlon, 2018   04:20

ŞÎNDA EKREM / NAVENDA NÛÇEYAN

Têkoşer Mehmûd Mihemed (Şahîn) li navçeya Dirbêsiyê ya herêma Cizîrê ji dayik dibe. Dibistana xwe ya seretayî bi serkeftî derbas kir û di heman demê de di dikaneke şîraniyê de dixebitî da ku alîkariya malbata xwe bike.

Têkoşer Mehmûd ji destpêka ciwantiya xwe ve bi doza gelê xwe ve girêdayî bû û beşdarî nava xebatên tevgera rizgariya Kurdistanê bû û fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir. Têkoşer Mehmûd ji ber rewşa xizantiyê neçar ma dest ji xwendina xwe berde û karê xwe yê çêkirina şîraniyan domand. Piştî ku Şoreşa Rojava di 19'ê Tîrmeha 2012'an de dest pê kir, têkoşer Mehmûd bi coş beşdarî nava xebatên şoreşê bû.

Dayika têkoşer Mehmûd, Fatme behsa kesayeta kurê xwe kir û diyar kir ku ji zaroktiya xwe ve di xwendin û karê xwe yê çêkirina şîraniyan de serkeftî bû. Her wiha xebatên xwe di nava ciwanên şoreşger de didan meşandin û wiha got: "Di serdema desthilatdariya rêjîma Baasê de, şehîd Mehmûd tu carî neditirsiya û bi coş beşdarî nava xebatên birêxistinkirina ciwanan dibû."

Bavê têkoşer Mehmûd, Nûrî Mihemed jî axivî û got ku şehîd Mehmûd ji bo malbat û cîranên xwe kesayetekî xizmetkar bû û ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin.

Di destpêka xebatên rizgarkirina herêmê ji destên rêjîma Baasê, têkoşer Mehmûd beşdarî nava xebatên şoreşê dibe û cihê xwe di nava ciwanên şoreşger de digire.

Meta têkoşer Mehmûd, Şemsa Mihemed behsa helwesta şehîd Mehmûd kir û bi bîr anî ku dê ji bo rizgarkirina hemû herêmên Rojava têkoşîna xwe bilindtir bikin.

Têkoşer Mehmûd piştî ku beşdarî nava xebatên şoreşê dibe, di gelek perwerdeyan re derbas dibe û rastiya têkoşîna azadiyê nas dike û navê Şahîn ji xwe re wek navê tevgerî dipejirîne.

Hevrêyê têkoşer Şahîn ê bi navê Beşîr diyar kir ku ew di nava xebatên ciwanên şoreşger de nas kiriye û piştî demekê têkoşer Şahîn beşdarî nava Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dibe û cihê xwe di xebatên parastina sînor de digire.

Beşîr da zanîn ku têkoşer Şahîn piştî demekê berê xwe da eniyên berxwedanê yên Serêkaniyê û li gundê El-Menacîr li dijî çeteyên Cebhet El-Nusra li ber xwe da.

Hevrêyê têkoşer Şahîn ê bi navê Hecî jî behsa kesayeta wî kir û got ku têkoşer Şahîn ji bo xizmeta welat ji her tiştî re amade bû û wiha pê de çû: "Serokê me girtî ye, welatê me dagirkirî ye. Ji bo azadkirina serok Apo û rizgarkirina Kurdistanê divê her kes beşdarî têkoşînê bibe."

Têkoşer Şahîn piştî demeke dirêj serdana malbata xwe dike û xebatên şoreşê bi malbata xwe re gotûbêj dike û ji malbata xwe re dibêje ku gava yekemîn a serkeftî di jiyana wî de beşdarbûna nava xebatên şoreşê ye.

Têkoşer Şahîn beşdarî gelek eniyên berxwedanê dibe, yên wekî gundê Elok, Rawiyê û di berxwedana xwe ya li dijî çeteyên Cebhet El-Nusra de pêşeng bû. Têkoşer Şahîn di berxwedanan de her tim digot ku ew ji şehateda ji bo Kurdistanê re amade ne û serkeftin dê para wan be.

Bavê têkoşer Şahîn jî di rizgarkirina birîndarên şervanan de li eniyên berxwedanê dixebitî.

Di sala 2014'an de ku şer û pevçûn li gundên Serêkaniyê di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên Cebhet El-Nusra de giran bûn, rewş gelekî dijwar bû, ambulans bê navber dihatin û diçûn.

Têkoşer Şahîn piştî berxwedaneke bêhempa di 28'ê Gulana 2014'an de şehîd bû û cenazeyê wî di destê çeteyan de ma.

Saziya Malbatên Şehîdan şehadeta wî ranegihand ji ber ku nehat piştrastkirin ku ew şehîd bûye yan dîl hatiye girtin. Lê piştî ku herêm ji destê çeteyan hate rizgarkirin cenazeyê wî di goristaneke komî ya li gundê Rawiyê de hate dîtin.

ANHA