Xebatkarekî zîrek, hunermendekî dilsoz

Hunermendê 40 salan bû, bi hêsanî nebû tembûrvan û piştî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Efrînê her tiştê xwe winda dike, niha jî li koçberiyê ye.

Xebatkarekî zîrek, hunermendekî dilsoz
Xebatkarekî zîrek, hunermendekî dilsoz
28 îlon, 2018   05:07

EHMED REŞÎD / HELEB

Cîhad Silêman ê 40 salî mirovekî astengdar e. Lê rexmî astangdariyê jî tekoşînek mezin ku ji bo herkesekî bibe mînak daye. Silêman berî bibe tembûrvan û stranbêj, dibe hostayê çêkirina solan. Piştî dagirkirina dewleta Tirk a Efrînê têkoşîna 40 salên a Cîhad Silêman li pey wî dimîne û niha jî li koçberiyê ye.

`Ez ji qedera xwe razî ne bûm`

Hunermend Cîhad Silêman sala 1969`an li gundê Kora yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê ji dayik dibe. Hîna dema ku ew yek salî buye nexweş dikeve û di encama bikaranîna dermanên şaş de seqet dibe û êdî nema dikare bimeşe. Derfetên malbata Cîhad têrê nakin ku wî tedawî bikin. Lê Cîhad rewşa heyî ji xwe re wek qeder qebûl nake û li hember wê rewşê şer dike.

Di navbera mala Cîhad û ya xalê wî de 400 metre heye, mîna Cîhad gotî dengê tembûr bala wî dikişîne. Ew her roj bi çalepûkan ji mala xwe diçe heyanî mala xalê xwe û ji dizî ve li dengê tembûrê guhdar dike. Xalê Cîhad ferq dike ew gelekî ji tembûrê hez dike û tembûra xwe diyarî Cîhad dike. Cîhad êdî li rê û rêbazên fêrbûna tembûrê digere. Li ku derê û li kîjan gundî dawet hebe ew xwe digihîne wan dawetan. Guh li muzîkê dike û tê malê li ser tembûra xwe tecrube dike. Cîhad got şêniyên gund ew bi xwe re nedibirin gundên dîtir û ew li kerê siwar dibû û bi tena xwe diçû, li gundan digeriya. Tembûra Cîhad xiradibe û kesek nizane jê re çêke.

Adîk Necar jê re dibe alîkar

Adîk her roj li gundekî ye, hem necar hem tembûrvanekî li gel şêniyên Efrînê bi nav û deng e. Adîk ji şêniyên gund dibihîse Cîhad ji tembûrê hez dike û tembûra wî xira bûye. (Dilê Cîhad tehemul nake dema li rojên berê vedigere û behsa Adîk dike. Çavên wî tijî rondik dibin.) Adîk xwe digihîne Cîhad, evîna wî ya ji tembûrê re dibîne, jê re dibe alîkar û wî fêrî tembûrê dike.

Ji Ermeniyan fêrî çêkirina solan dibe

Malbata Cîhad ji ber rewşa madî neçar dimîne derbasî bajarê Helebê bibe. Êdî temenê Cîhad dibe 17 salî û hewl dide ji malbata xwe re bibe alîkar. Bi kolanên Helebê dikeve û ji xwe re karê çêkirina solan dibîne. Hostayên wî Ermen û Tirkmen in, ew li ber destê wan fêrî çêkirina solan dibe û dibe hosta.

Cîhad xwe bi rêxistin dike, hem kar dike hem jî li tembûrê dixe. Diçe dawetan û cihê xwe di nava komên hunerî de digire.

Dest bi awazgotinê dike

Cîhad Silêman piştî fêrî lêxistina tembûrê dibe guh dide hunermendên mîna Mihemed Şêxo û strana yekemîn dibêje `Ay Lê Gulê` ya Mihemed Şêxo ye. Bi wextê re êdî ew bi xwe bi alîkariya hinek hevalên xwe awazan çêdike û dengê xwe qeyd dike.  

Sala 2012`an li Helebê şer derdikeve û Cîhad Silêman tevî malbata xwe vedigere gundê xwe Kora yê Cindirêsê.

Li navçeya Cindirêsê du bira ku mamosteyên muzîkê ne, peymangeha muzîkê bi navê Adîk vedikin. Cîhad jî tev li xebatên peymangehê dibe û zarokan li ser tembûrê perwerde dike.

Nikare tembûra Adîk bi xwe re bîne

Gundê Kora bilind e û navçeya Cindirêsê ji gund ve dixuye, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên xwe Cindirêsê bombebaran dike. Cîhad jî dibîne û jana vê yekê ji dil dikişîne, li ser Efrînê awazçêkirin têrê nake û ditirse keda wî ya 40 salan winda bibe. Ne tenê keda wî ya 40 salan winda dibe, tembûra ku hunermend Adîk berî bimire di wesiyeta xwe de ji bo wî hiştibû jî nikare bi xwe re bîne.

Barê Cîhad Silêman giran e, niha li koçberiyê û bi hesreta vegera Efrînê Li Helebê xebatên xwe yên hunerî berdewam dike. Heyanî niha 50 awaz çêkirine û niha amadekariya awazeke nû dike.

(np)

ANHA