Li Taxa Şehîd Xebatkar a Kobanê pirsgirêka av û kanalîzasyonê

Li Taxa Şehîd Xebatkar ango ku berê gundê Memîtê bû, pirsgirêkên tevlêbûna avê û kanalîzasyonê di binê erdê de heye. Ji ber ku welatiyên taxê bîran dikolin û dema ku av dernakeve wan bîran dikin cihê kanalîzasyonê. Şaredariya bajêr vê yekê rexne dike.

Li Taxa Şehîd Xebatkar a Kobanê pirsgirêka av û kanalîzasyonê
Li Taxa Şehîd Xebatkar a Kobanê pirsgirêka av û kanalîzasyonê
Li Taxa Şehîd Xebatkar a Kobanê pirsgirêka av û kanalîzasyonê
Li Taxa Şehîd Xebatkar a Kobanê pirsgirêka av û kanalîzasyonê
Li Taxa Şehîd Xebatkar a Kobanê pirsgirêka av û kanalîzasyonê
Li Taxa Şehîd Xebatkar a Kobanê pirsgirêka av û kanalîzasyonê
Li Taxa Şehîd Xebatkar a Kobanê pirsgirêka av û kanalîzasyonê
Li Taxa Şehîd Xebatkar a Kobanê pirsgirêka av û kanalîzasyonê
27 îlon, 2018   07:19

KOBANÊ

Gundê Memîtê li aliyê başûrê bajarê Kobanê dikeve. Bi firehbûna bajar û avakirina zêde ji xaniyan bajar û gund gihîştin hev. Rêveberiya bajarê Kobanê jî biryar stand ku gundê Memîtê jî bibe taxek ji taxên Kobanê û nav lê kirin Taxa Şehîd Xebatkar.

Li taxê ji ber tune bûna av û xeta kanalîzasyonê welatî bîrên avê dikolin. Dema ku av dernakeve wan bîran dikin cihê kanalîzasyonê û ev jî dibe sedem ku av û kanalîzasyon di bin erdê de tevlihev bibin û dibe sedema gelek nexweşiyan. Şaredariya Gel a Kobanê vê yekê rexne dike.

Di taxê de derdora 4 komîn û 350 mal hene. Der barê mijarê de yek ji welatiyên taxê Mehmûd Mele wiha got: "Av û kanalîzasyon nagihîjin taxa me, ji bo wê me bîr kolan, dema ku av derneket me kanalîzasyon xistê." Mele di dawiya axaftina xwe de daxwez kir ku şaredarî ji bo wan pirsgirêka av û kanalîzasyonê çareser bike.

Her wiha jina bi navê  Edile Ehmed nerazîbûna xwe li hemberî kesên ku bîr kirine cihê kanalîzasyonê diyar kir û wiha axivî: "Em ji mêşan mirine, keça min ji ber ava qirêjî nexweş e, em ji şaredariyê bi hêvî ne ku ji me re vê pirsgirêkê çareser bike."

Li aliyekî din jî hevseroka Şaredariya Kobanê Rewşen Ebdî rexneya welatiyên taxê kir û wiha got: "Welatiyên wê taxê bê destûra me kanalîzasyon berdane cihê bîran, em hewl didin ji bo wan vê pirsgirêkê çareser bikin, me xeta kanalîzasyonê ji Botan Xerbî dirêj kir ji bo ku bigihîje taxa Xebatkar. Lê niha ev proje hatiye rawestandin, ji ber ku derfeta me têrê nekir, di demên pêş de em ê projeyê temam bikin û xeta kanalîzsyonê bighînin taxa Xebatkar.”

Der barê kolandina bîran de Rewşen wiha got: "Eger welatî werin şaredariyê, şaredarî dikare ji bo wan kortên biçûk bikole lê welatî bê destûra me bîran dikin cihê kanalîzasyonê."

Rewşen di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê welatî ji wan re bibin alîkar da ku van pirsgirêkan derbas bikin.

(şm)

ANHA