Ji bo parastina çanda xwe zarokên xwe perwerde dikin

Baxçeyê Zarokan ê Suryanî yê bajarê Hesekê veguherî navendeke ji bo parastina çand û hunera gelê Suryan.

Ji bo parastina çanda xwe zarokên xwe perwerde dikin
Ji bo parastina çanda xwe zarokên xwe perwerde dikin
Ji bo parastina çanda xwe zarokên xwe perwerde dikin
Ji bo parastina çanda xwe zarokên xwe perwerde dikin
27 îlon, 2018   07:23

ŞEVÎN HESEN - NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Baxçeyê zarokan ku li Hesekê ji bo zarokên Suryanan hatiye vekirin, di fêrkirin, şarezakirin û pêşxistina karînên zarokan de roleke girîng dilîze. Rêveberiya baxçe ku ji aliyê Yekitiya Jinên Suryan ve hatiye damezirandin, ji bo pêşeroja civaka xwe jî hewl dide zarokan fêrî rêgezên xwendin û nivîsandinê bike.

Zimanê jibîrbûyî zindî dibe

Baxçe di sala 2015`an de hate vekirin. 4 mamoste li baxçe dixebitin. 2 ji wan çalakiyên vehesînê amade dikin û alîkariya zarokan dikin. Mamosteya din rêgezên bingehîn, alfabeya suryanî û çend peyvên biyanî fêrî zarokan dike. Mamosteya çaremîn jî zimanê suryanî fêrî zarokan dikin.

Baxçeyê zarokên hemû zarokên pêkhateyan heta 5 saliyê pêşwazî dike. Hejmara zarokan di baxçe de 45 e.

Têkildarî mijarê mamosteya bi navê Rîma Suryanî tekez kir ku baxçe di parastina çanda Suryanan de roleke girîng dilîze got:"Piraniya waneyên ku li baxçe tên dayîn, waneyên vehesînê ne û di hefteyê de 3 wane li ser zimanê suryanî têne dayîn." 

Di dawiyê de Rîma diyar kir ku armanca vekirina baxçe, fêrkirina rêgezên bingehîn ên jiyanê û xwendin û nivîsandinê ye.

(şx)

ANHA