Tirkiye careke din cezaye li dijî Îranê red dike

Hikumeta Tirk careke din cezayê ku ji aliyê Amerîkayê ve li ser Îranê hatine ferzkirin, red kirin. Her wiha diyar kir ku dê bazirganiya bi Îranê re berdewam bikin.

Tirkiye careke din cezaye li dijî Îranê red dike
27 îlon, 2018   07:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku Tirkiye cezayê ku ji aliyê Amerîkayê ve li ser Îranê hatine ferzkirin, red dike û diyar kir ku ew israr dike ku bazirganiya bi Îranê re berdewam bike.

Çavuşoglu bersiva pirseke ajansa Newfostî ya Rûsî da û got ew cezayê li dijî Îranê red dikin.  

Çavuşoglu destnîşan kir ku tevî cezayê ku li ser Îranê hatine ferzkirin jî Tirkiye dê bazirganiya pê re berdewam bike.

(bx)