Şaredariya Kobanê projeya avakirina bajarekî pîşeyî plan dike

Şaredariya Gel a Kobanê ji bo veguhastina dikanên pîşeyî li derveyî bajêr, avakirina bajarekî pîşeyî yê biçûk plan dike. Lê ev proje di navbera lêçûna zêde de û nakokiyên şêniyan de maye. Hinek şênî bi pêkanîna projeyê re ne û hindek din jî jê ne razî ne.

Şaredariya Kobanê projeya avakirina bajarekî pîşeyî plan dike
Şaredariya Kobanê projeya avakirina bajarekî pîşeyî plan dike
Şaredariya Kobanê projeya avakirina bajarekî pîşeyî plan dike
Şaredariya Kobanê projeya avakirina bajarekî pîşeyî plan dike
27 îlon, 2018   06:01

ZANA SEYDÎ-DECLE EHMED / KOBANÊ

Welatiyên bajarê Kobanê ji ber pirsgirêka bermahiyên dikanên pîşeyî di nav bajêr de zehmetiyan dikşînin. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê Şaredariya Gel a Kobanê avakirina bajarekî pîşeyî yê biçûk li derveyî bajêr bi lêçûneke mezin plan dike.

Aliyên têkildarî projeya nû, çawaniya avakirina bajarê pîşeyî ya biçûk li derveyî bajêr û mekanîzmaya veguhastina dikanên pîşeyî aşkera kir. Lê vê yekê tevlihevî di nav şêniyan de çêkir. Hinek razî ne û hinek jî li dijî projeyê ne.

Taxa pîşeyî ya bajarê Kobanê

Hejmara şêniyên Kobanê li gorî serjimariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê di sala 2018`an de zêdetirî 50 hezar kes e. Piştî wêranbûna bajêr di dawiya sala 2014`an û destpêka 2015`an de, piştî xebatên şaredariyê niha bajêr ji aliyê avahîsaziyê ve geş bûye.

Ji girîngitrîn taxên bajarê Kobanê û ya herî qerebalix Taxa Pîşeyî ye. Ev tax wek hestîpiştê bajêr tê hesibandin. Piraniya şêniyên bajêr debara xwe bi çandiniyê û pîşesaziyê peyda dikin.

Rûbera Taxa Pîşeyî bi rêjeya ji sedî 8 ji rûbera giştî ya bajêr digire. Ji Çerxerêya Aştî nêzî deriyê sînor Murşidpinar û heta taxa Kaniya Kurdan li rojhilatê bajêr dirêj e. Her wiha Taxa Pîşeyî dikeve bakurê Kobanê nêzî sînorê Tirkiyeyê. Zêdetirî 250 dikan lê hene.

Li taxê tevî sererastkirina erebeyan, alavên kolandina bîran, xezanên avê, sobe û gelek pêdiviyên din tên çêkirin.

Rewşa bajêr piştî wêranbûnê

Di encama şerên ku li bajêr rû dane de, gelek kolan wêran bûbûn. Piştî rizgarkirina bajêr ji hêla Yekîneyên Parastina Gel (YPG/YPJ) ve ji çeteyên DAIŞ`ê di sala 2015`an de, şêniyên bajêr bi hewldan û derfetên xwe dikanên xwe ji nû ve vekirin. Ji ber wê gelek dikanên pîşeyî bi awayekî bêserûber di nav bajêr de hatin vekirin. Hejmara dikanên pîşeyî tenê di nav bajêr de giha 650’yan. Lê hejmara van dikanan beriya 2015`an nêzî 150 dikan bûn.

Şêniyên Kobanê tevî pirsgirêka rawestandina erebeyan li ser rêya sereke ya bakurê bajêr, ji bêhna nexweş, dûxana erebeyan, qirêjî û dengê sererastkirina wesayîtan bi gilî û gazinc in. Her wiha hebûna dikanên pîşeyî li ser rêya Helebê jî tevgera rê asteng dike.

Şêniyên taxê bi gazinc in

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Xalid Şêx Hesen ku ji şêniyên Taxa Pîşeyî ye, wiha got: “Dikan ji saet 6.00`an ve tên vekirin. Ji ber dengên erebeyan û alavên sererastkirinê zarok nikarin xew bikin. Tevî wê jî bêhna nexweş a sotemenî û dûxana erebeyan di nav taxê de belav bûye. Ji ber wê pêwîst e dikanên pîşeyî ji derveyî bajêr re bên veguhastin.”

Hewldanên ji bo çareseriyê

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê Odeya Bazirganî û Pîşeyî ya Kantona Kobanê bi hevkariya Şaredariya Gel a bajêr û hinek aliyên têkildar biryara avakirina bajarê pîşeyî li derveyî bajêr da.

Girêdayî mijarê endezyar Xelîl Ebdî ku çavdêriya projeya nû dike, diyar kir ku ew avakirina taxeke pîşeyî li ser qada 18 hektaran plan dikin. Dê zêdetirî 600 dikanên mezin û biçûk wek gaveke yekemîn werin avakirin.

Li gorî agahiyên ku Xelîl Ebdî dane, ev proje dê di sala 2020`an de bi dawî bibe. Dê barajê pîşeyî avahiyên îdarî, Hêzên Ewlehiya Hundirîn û şaredariyê bihewîne.

Tê payîn ku lêçûna projeyê bigihîje 9 milyar lîreyên Sûriyeyê. Şaredarî dê rêjeya ji sedî 85 ji lêçûna projeyê hilgire ser xwe. Xwediyên dikanan dê milyarek û 350 milyon lîreyên Sûriyeyê di dirêjahiya 3 salan de bidin.

Her wiha piştî 99 salan dê dikan bibin milkên şaredariyê. Di wê demê de xwediyên dikanan li hemberî xebatên paqijiyê û xebatên din ku şaredarî pê rabe, pereyên pir kêm bidin.

Têkildarî heman mijarê Odeya Bazirganî û Pîşeyî ya Kantona Kobanê ji bo diyarkirina rewşa dikanan gelek civîn li dar xistin. Hinek karkerên warê pîşeyî û şêniyan bi pêkanîna projeyê re bûn. Lê li aliyê din jî hinek bi vê gavê ne razî ne.

(şx)

ANHA