Dibistana ku kiribun baregeha DAİŞ ji nûve dest bi perwerdê kir

Beriya 8 salan dibistana gundê Mihêsin a ku bûbû baregehek perwerdekirina çeteyan û depokirina çekên wan ji nû ve ji bo pêşwazîkirina xwendekaran vedi be.

Dibistana ku kiribun baregeha DAİŞ ji nûve dest bi perwerdê kir
Dibistana ku kiribun baregeha DAİŞ ji nûve dest bi perwerdê kir
Dibistana ku kiribun baregeha DAİŞ ji nûve dest bi perwerdê kir
Dibistana ku kiribun baregeha DAİŞ ji nûve dest bi perwerdê kir
Dibistana ku kiribun baregeha DAİŞ ji nûve dest bi perwerdê kir
Dibistana ku kiribun baregeha DAİŞ ji nûve dest bi perwerdê kir
Dibistana ku kiribun baregeha DAİŞ ji nûve dest bi perwerdê kir
Dibistana ku kiribun baregeha DAİŞ ji nûve dest bi perwerdê kir
27 îlon, 2018   05:46

GULISTAN MIHEMED / GIRÊ SPÎ

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Girê Spî dibistana Mihêsin a ku girubên çekdar ji xwe re kiribûn bargeh û 8 salan xwendekar ji xwendinê qut kiribûn, piştî bi dawîkirina xebatên restorekirinê ji nûve vekir.

Gundê Mihêsin bi 15 km dikeve rojhilatê navçeya Silûkê ya Kantona Girê Spî. Di gund de 3 dibistan, ên seretayî, navîn û amadehî heye.

Piştî dagirkirina girubên çekdarên ku destpêkê navê artêşa azad lixwe kirin, paşê El-Nusra ya herî dawî DAIŞ`ê gundê Mihêsin, dibistana gund veguherandin bargeha perwerdeyên keşkerî, dapoyên cebilxane û girtîgehekî û xwendekar ji xwendinê mehrûm kirin.

Piştî rizgarkirina YPG/YPJ`ê Kantona Girê Spî û piştî ku navçeya Silûkê bi kantonê ve hate girêdan, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê dibistana seretayî ya gund restore kir û vekir.

Piştî 8 salan cara yekem xwendekar perwerdeya xwe dibînin. Heta niha tenê 40 xwendekar diçin dibistanê.

Lê li gorî beriya 8 salan ev hejmar kêm e. Berpirsên prosesa perwerdehiyê diyar kirin ku sedema ev hejmara kêm qutbûna zarokan ji dibistanê û ji ber ku gelek malbat koçber bûne ye.

Têkildarî mijarê mamoste Rakan Memdûh ji ajansa me re diyar kir ku girubên çekdar 400 şagirt, 8 salan ji xwendinê bê par hiştin. Niha xwendekar mezin bûne lê xwendin û nivîsandinê nizanin.

Her wiha Rakan spasiya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ji bo vekirina dibistanê kir. Rakan destnîşan kir ku hejmara zarokan baş e û morala wan bilind e.

Mamoste Rakan bang li Komîteya Perwerde û Fêrkirinê kir ku hemû nivîsên ku girubên çekdar li ser dîwarên dibisatnê nivîsandibûn rakin.

Ji aliyê xwe ve xwendekarê bi navê Ismaîl Mihemed kêfxweşiya xwe ji bo vegera wan dibistanan anî ziman.

Endamê rêveber ê Komîteya Dibistanan Ibrahîm Îbo jî got ku: “Dibistanên gundê Mihêsin di dema serweriya girubên çekdar de bi temamî wêran bûbûn.”

Her wiha Îbo destnîşan kir ku wan dibistana seretayî vekirine. Dibistana navîn jî restore kirine, lê ji ber kêm hejmara xwendekaran nikarin vebikin. Di dawiyê de Îbo tekez kir ku eger hejmara xwendekaran zêde bibe dê dibistana navîn vebikin û niha jî dibistana amadehî sererast dikin.

(şx)

ANHA