50 endamên polîsên leşkerî hatin perwerdekirin

Akademiya Şehîd Cemşîd a polîsên leşkerî dewreyeke perwerdeyê bi navê Şehîd Cemşîd bi beşdarbûna 50 endaman bi dawî kir.

50 endamên polîsên leşkerî hatin perwerdekirin
50 endamên polîsên leşkerî hatin perwerdekirin
50 endamên polîsên leşkerî hatin perwerdekirin
50 endamên polîsên leşkerî hatin perwerdekirin
25 îlon, 2018   10:13

HESEKÊ

Merasîm bi beşdarbûna bi dehan endamên polîsên leşkerî, şervan û fermandarên YPG û YPJ`ê pêk hat. Merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê endamên ku perwerdeya xwe bi dawî kirine, hate destpêkirin.

Paşê fermandarê YPG'ê Delîl Efrînî axivî û behsa girîngiya rola polîsên leşkerî di parastina ewlekariya herêmê de kir. Efrînî da zanîn ku parastina welat erkek e ku li ser milê her kesî dikeve. Di dawiya merasîmê de endamên dewreyê sond xwarin.

Dewre 25 rojan dewam kir, di dewreyê de waneyên leşkerî û bîrdozî hatin dayîn.

(jo)

ANHA