Human Right Watch, Hûsî bi sûcên şer tawanbar kirin

Rêxistina Human Rights Watch koma Ensarallah El-Hûsî ya Yemenê bi girtina sivîlan û pêkanîna kiryarên xeternak tawanbar kir.

Human Right Watch, Hûsî bi sûcên şer tawanbar kirin
25 îlon, 2018   09:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Human Rights Watch bi daxuyaniyekê diyar kir ku 16 rewşên ku Hûsî sivîlan bi awayekî neqanûnî digirin ku xizmên wan li şûna wan pere bidin an jî li şûna wan girtiyên wan li cem hêzên dijber berdêl bikin, hatine tespîtkirin.

Rêxistinê da zanîn ku berpirsên Hûsiyan gelekî îşkenceyê li girtiyan dikin.

Di daxuyaniya Human Rights Watch de wiha hate gotin: "Divê hêzên Hûsiyan, girtiyan berdin û bi awayekî cidî berpirsên Hûsiyan li ser îşkenceya ku tê kirin bisekinin û destwerdanê bikin, ji ber ku girtina sivîlan dibe sûcê şer.”

Di heman demê de rêxistinê da zanîn ku ew li bendê ne ku ev daxuyanî bê weşandin ku ji Meclisa Neteweyên Yekbûyî ya mafên mirovan bixwazin ku komên Xobera li Yemenê kiryarên ku bêk tên, destwerdanê lê bikin.

(jo)