Dagirkeriya Tirkiyeyê welatiyên Efrînê neçarî firotina erdên wan dike

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê welatiyên Efrînê neçarî firotina erdên wan dike û ji aliyê malbatên ji gundewarên Şam, Humis û Deraa hatine ve tên kirîn.

Dagirkeriya Tirkiyeyê welatiyên Efrînê neçarî firotina erdên wan dike
25 îlon, 2018   10:35

EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li herêma Efrînê destdirêjî û kiryarên  xwe der heqê welatiyên Efrînê de berdewam dikin. Çavkaniyekî pê bawer ji ajansa me ANHA'yê re ragihand ku dagirkerên li Efrînê welatiyên resen ên Efrînê neçarî firotina erdên wan bi buhayekî erzan dike û ji aliyê malbatên ku ji gundewarên Şam, Humis û Deraayê hatine ve tên kirîn.

Li hemberî van destdirêjî û xebatên guhertina demografîk li Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirkiyeyê ve, rêxistinên mirovahî yên navnetewî hêjî bêdeng in.

ANHA