‘Naskirina Ocalan hêz da me’

Mihemed Naso Beko û Hesen Ehmed Hesen ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîne, destnîşan kir ku sîstema li Bakurê Sûriyeyê hatiye pêkanîn, berhema ramanên Ocalan e.

‘Naskirina Ocalan hêz da me’
25 îlon, 2018   07:15

BASIL REŞÎD-XANDÎ ELO / ŞEHBA

Zêdetirî du salan e dewleta Tirk tecrîdek e giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye. Ev kiryarên dewleta Tirk binpêkirineke li dijî qanûn û hevpeymanên navdewletî yên mafên mirovan e.

Tecrîd piştî ku sîstemeke demokratîk li gorî ramanên Ocalan, li bakurê Sûriyeyê bi pêş ket, hate kûrkirin.

Ji siyasetmedaran heya gel her kesek ku rastiya Ocalan û rastiya dewleta Tirk nas kiriye heman tiştî dibêje. Mihemed Naso Beko û Hesen Ehmed Hesen ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rûniştine û felsefeya wî nas kirine jî heman tiştî dibêjin.

Her du welatiyan destnîşan kir ku îro bi milyonan mirov bi demokrasî û azadiyê bawer in û li ser bingeha fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin. Her wiha tekez kirin ku dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Mihemed Naso Beko ji şêniyên navçeya Cindirêsê ye. Mihemed di sala 1994`an de li Helebê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye. Mihemed diyar kir ku dîtina Ocalan, hêz daye wî, bandoreke mezin li ser wî kiriye û asta têkoşîna wî bilindtir kiriye û wiha pê de çû: “Ocalan di civînekê de li ser dîroka gelê Kurd û Kurdistanê û rola dewletên mêtinger di dagirkirina welatê me de axivî. Ev civîn li gorî min bû noqteya destpêkê ya têkoşîn û xebata min di xizmeta welat li ser dirêjahiya 10 salan.”

Di berdewama gotinên xwe de Mihemed destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna fikra biratiya gelan tê dikoşe û wiha bi lêv kir: “Tu carî dijminahî bi tu gelan re nekiriye. Lê Ocalan li dijî pergalên serdest ên zordar ên ku xaka me dagir kirine, disekine.”

Her wiha Mihemed bal kişand ser komploya ku li hemberî Ocalan di sala 1999`an pêk hat û destnîşan kir ku armanca komployê rê li ber belavkirina fikrên Ocalan, mayîna gelan di bin serweriya pergalên serdest de ye û wiha got: “Lê Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherand dibistanekê. Bi rêya wê fikra xwe li ser milyonan kesan ku bi azadiyê û demokrasiyê bawer in, belav dike.”

Welatiyê bi navê Hesen Ehmed Hesen ê ji şêniyên navçeya Şêrawayê destnîşan kir ku wî di sala 1988’an de li gundekî girêdayî Efrînê Ocalan dîtiye. Hesen hevdîtina xwe ya bi Ocalan wiha vegot: “Dema ku min dixwest li malekî bêhna xwe vedim, min Ocalan li wê malê dît. Wê rojê armanc û sedemên têkoşîna xwe ji me re şîrove kirin. Ji wê rojê û pê de min dest bi têkoşîna ji bo welat kir.”

‘Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin’

Hesen tekez kir ku heya Ocalan azad bibe dê tekoşîna xwe bilind bikin û tecrîd wê nebe sedema paşde gavavêtinê û wiha anî ziman: “Îro dewleta Tirk tecrîdeke giran li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike. Dewlta Tirk dixwaze vê tecrîdê normal bike da ku em Ocalan ji bîr bikin. Lê em baş dizanin ku dewleta Tirk çi dixwaze. Ji ber wê heta azadiya Ocalan em ê têkoşîna xwe zêde bikin.”

Her wiha Hesen diyar kir ku kirinên dewleta tirk li ser Ocalan li dijî hemû qanûn û peymanên navdewletî ne. Hesen destnîşan kir ku bêdengiya navdewletî li hemberî tecrîdê beşdarbûna wan di Komploya Navdewletî de ye ku di encamê de Ocalan hate girtin.

Di dawiyê de Hesen Ehmed Hesen wiha got: “Ji bingeha fikra biratiya gelan û jiyana hevbeş, şêniyên Bakurê Sûriyeyê demokrasî û aramî li herêmên xwe bi cih anîn. Ev jî bû sedema afirandina civakeke demokratîk li wan herêman. Tecrîdkirina ku der heqê Ocalan de hatiye ferzkirin derewkirina mafên mirovan e.”

(şx)

ANHA