Dayika Xalsa têkildarî dermanên kurdewarî pirtûkekê amade dike

Dayika bi navê Xalsa Ehmed ev çend sal e giya û şînberan dixe nava hev û dermanên kurdewarî çêdike. Xalsa niha amadekariya nivîsandina pirtûkekê der barê dermanên kurdewarî de dike.

Dayika Xalsa têkildarî dermanên kurdewarî pirtûkekê amade dike
Dayika Xalsa têkildarî dermanên kurdewarî pirtûkekê amade dike
Dayika Xalsa têkildarî dermanên kurdewarî pirtûkekê amade dike
25 îlon, 2018   07:53

OLVA HAC MENSÛR / HESEKÊ

Dayika bi navê Xalsa Ehmed ji navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ye û di çil saliya xwe de ye, piraniya dema xwe di tecrubeyên çêkirina dermanên kurdewariyê de derbas dike. Bi nêrîna wê dermanê kurdewarî ji dermanên kîmyewî guncawtir in û ev pîşeya xwe ji dapîra xwe wergirtiye.

Xalsa ji sala 2013'an ve dermanên kurdewarî çêdike û agahiyan der barê giya û şînberan de kom dike û ji tecrubeyên dapîra xwe çêkirina hin dermanan fêr dibe û niha jî van tecrubeyên xwe di pirtûkekê de kom dike û diyar dike ku dê bi kurdî û erebî çap bike.

Pirtûk dê li gorî hin nexweşiyan were dabeşkirin û rêbazên dermankirina bi dermanên kurdewarî dê bêne şîrovekirin.

Dayik Xalsa Ehmed ji ajansa me ANHA'yê re axivî û piştrast kir ku armanca wê ji çapkirina vê pirtûkê ew e ku hemû xwendevanên vê pirtûkê sûdê jê wergirin û wek jêderekî çêkirina dermanan were dîtin.

Xalsa da zanîn ku îlackirina bi dermanên kurdewarî gelekî ji dermanên kîmyewî guncawtir in. Nemaze hemû madeyên ji giya û şînberan xwezayî ne û tu madeyên kîmyewî li van dermanan nayên zêdekirin.

ANHA