Banga welat bi cih anîn û tev li kerwanên şehîdan bûn

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê, Girkê Legê û Çilaxa şervanên Hêza Erka Xweparastinê Emîr Sefo û Diyar Yûsif ên ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya "Şerê Tunekirina Terorê" de şehîd bibûn li goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kirin.

24 îlon, 2018   17:55

QAMIŞLO

Girseya gel cenazeyên herdu şehîdan ji nexweşxaneya Şehîd Hogir a Dêrikê wergirtin û bi kerwenekî ku bi dehan erebeyan pêk dihat ber bi goristana Şehîd Xebat ve bi rê ketin.

Merasîm li goristanê bi turaneke leşkerî ji aliyê Hêzên Erka xweparastinê ve dest pê kir. Paşê Cîgirê Hevserokatiya Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Abdulehed Gewriyê axivî û got: "Em bejna xwe li hemberî şehîdên ku erka xwelatparêziyê pêk anîne û tevlî kerwanê şehîdan bûne bitewînin."

Gewriyê destnîşan kir ku serkeftinên hatine qezenckirin, berhemên xwîna şehîdan e û soza şopandina xeta şehîdan da.

Hevserokê Desteya Hindirîn a herêma Cizîrê Kenan Berekat jî axivî û sersaxî ji malbatên herdu şehîdan re xwest, her wiha berxwedana hêzên leşkerî ya li hemberî çeteyan silav kir û got, ev berxwedana ji bo parastina nirxên mirovahiyê ne.

Berekat got: "Projeya Netewa Demokratîk li Rojava û Bakurê Sûriyeyê bûye rastiyek li ser erdê hatiye pêkanîn. Projeya me projeya xelaskirina gelan ji zulm û zordariya pergalên faşîzmê ye. Ji ber vê yekê em soz didin gelê Rojava û Bakurê Sûriyeyê ku em ê têkoşîna xwe berdewam bikin ta xaka xwe ji terorê rizgar bikin."

Piştî axaftinan, wesîqeyên şehadetê yên hedu şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Malbatan jî soza dan ku ew xeta şehîdan temam bikin ta xewnên wan bi cih bînin."

Di dawiya merasîmê de girse derbestên şehîdan di nava dirûşme û tîlîliyên dayikan spartin axê.

ANHA