‘Aloziya Sûriyeyê bi derxistina hêzên derve re çareser dibe‘

Rêxistina PYD‘ê ya bajarê Hesekê bi boneya salvegera 15‘emîn a damezirandina partiyê civîneke li hola Reşo li dar xist. Di civînê de hate gotin, aloziya Sûriyeyê bi derketina hêzên derve ji herêmê re çareser dibe.

‘Aloziya Sûriyeyê bi derxistina hêzên derve re çareser dibe‘
‘Aloziya Sûriyeyê bi derxistina hêzên derve re çareser dibe‘
‘Aloziya Sûriyeyê bi derxistina hêzên derve re çareser dibe‘
‘Aloziya Sûriyeyê bi derxistina hêzên derve re çareser dibe‘
‘Aloziya Sûriyeyê bi derxistina hêzên derve re çareser dibe‘
‘Aloziya Sûriyeyê bi derxistina hêzên derve re çareser dibe‘
24 îlon, 2018   19:12

HESEKÊ

Civîn bi armanca nirxandina rewşa siyasî bi amadebûna bi dehan endamên partiyê û şêniyên bajarê Hesekê hate li darxistin.

Civîn bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Ji rêvebera PYD‘ê Sîlva Ehmed salvegera damezirandina partiyê li beşdaran pîroz kir, paşê jî dest bi nirxandina rewşa siyasî kir.

Sîlva bal kişand li ser serkeftinên ku li Bakurê Sûriyeyê hatin bidestxistin û got, ragihandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gaveke girîng ber bi avakirina Sûriyeke pirreng e.

Sîlva Ehmed, di nava axaftina xwe de destwerdanên welatên derve di karûbarên Sûriyeyê de bi çavbirçîbûn bi nav kir û ev tişt anî ziman"Dixwazin bi riya tîfaqan para xwe ji Sûriyeyê bigirin û êrîşa dikin da ku îradeya gel bişînin."

Rêvebera PYD‘ê bal kişand li ser bêdengiya dewletên derve wekî Amerîka û Rûsya li ser dagirkeriya Tikriyê li Efrînê û komkujiyên ku der heqê sivîlan de hatin pêkanîn û diyar kir ku Tirkiyê bi hemû komên terorîst ên li Idlibê tîfaq kirine û wan ji bo berjewendiyên xwe di herêmê  de bi kar tîne.

Sîlva destnîşan kir ku aloziya Sûriyeyê çareser nabe heger hemû welatên derve jê dernekevin û got: "Wekî gelê Sûriyeyê ji me tê xwestin em hemû tîfaq û pilanên li ser Sûriyeyê têne kirin derbas bikin û yekîtiya xwe çêbikin."

Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.

ANHA