'Hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê tenê agirbestek e û dê têk biçe'

Ezîz Ehmo diyar kir ku hevpeymana di navbera Rûsya û dagirkeriya Tirkiyeyê de tenê agirbestek e û dê wekî yên berê têk biçe. Ehmo destnîşan kir ku Sûriyeyeke nenavendî di hevpeymana Rûsya û Amerîkiya de pêk were.

'Hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê tenê agirbestek e û dê têk biçe'
24 îlon, 2018   07:44

ŞEVÎN HESEN - NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyeyê Ezîz Ehmo girêdayî geşedanên dawîn ên siyasî li Sûriyeyê ji ajansa me ANHA'yê re axivî û di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Piştî ku komên çekdar ên girêdayî Koalîsyona Niştimanî ya opozîsyona Sûriyeyê û malbatên wan li Idlibê hatin komkirin, Rûsya û rêjîmê berê xwe da Idlibê da ku van koman tune bikin."

Ehmo da zanîn ku piştî civîna li Soçiyê ya di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de rewş li Idlibê derbasî qonaxeke nû bû û di civînê de hate piştrastkirin ku divê komên terorîst bêne tunekirin û wiha pê de çû:”Lê piştî bertekên dewletên Ewropa û Amerîkayê ku wê rêjîm çekên kîmyawî bi kar bîne û komkujiyan der heqê welatiyên sivîl de pêk bîne û dê guhertineke demografîk li herêmê çêke, Rûsya û Tirkiye li hev civiyan û hevpeymanek pêk anîn.”

Hevpeyman dê têk biçe

Ehmo hevpeymana di navbera dagirkeriya Tirkiye û Rûsyayê de wek agirbest bi nav kir, ji ber ku ev hevpeyman di navbera her du aliyan de demkî ye û Rûsya û rêjîmê xwest bi vê yekê herêmê bi rê ve bibin. Ehmo bi bîr xist ku nemaze hevpeymanên berê yên herêmên kêmşer li Astanayê di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de hemû alî li gorî hevpeymanê tev negeriyan.

Ehmo destnîşan kir ku hevpeymana dawîn a di navbera Tirkiye û Rûsyayê de dê wekî yên berê têk biçe û tu carî nikare çalakiyên leşkerî rawestîne, ji ber ku komên terorîst û çeteyên girêdayî koalîsyonê û di serî de Cebhet El-Nusra tu carî binpêkirinên xwe ranawestîne.

Dûrxistina Îranê hevpeymanek e

Ehmo da zanîn ku civîna di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de bêyî Îranê, dibe ku hevpeymaneke di navbera Îran û Tirkiyeyê de be, ji ber ku beriya niha hevpeymanek hebû ku hêzên Îranê derbasî Kerkûkê bibin û Tirkiye jî herêma Efrînê dagir bike û got:”Tirkiye niha van komên çete yên li Efrînê bi cih kirine li gorî berjewendiya xwe tev digerîne û dide xebitandin û hewl dide bi rêya van çeteyan projeya demokratîk li Rojava û Bakurê Sûriyeyê têk bibe.”

Ehmo diyar kir ku Amerîka li dijî Rûsyayê li rex dagirkeriya Tirkiyeyê radiweste da ku nehêle çekên wê bikire, ji ber vê yekê gef li rêjîma Sûriyeyê xwarin eger çekên kîmyewî bi kar bîne.

Di hevpeymana Rûsya û Amerîkayê de Sûriyeyeke nenavendî dê pêk were

Ehmo got ku Sûriye derbasî qonaxeke parçebûnê bûye, hin herêm di bin serweriya rêjîmê de ne, hin herêm ji aliyê Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê ve hatine dagirkirin û hin herêm jî di bin serweriya Hêzên Sûriya Demokratîk de ne û wiha domand: "Eger hevpeyman wekî xwe bimîne bêguman Sûriye bi parçebûneke plankirî re rû bi rû ye. Eger ev dewlet li hev bikin û di serî de Rûsya û Amerîka dê Sûriyeyê ber bi nenavendiyê ve bibin û dibe Tirkiye bi temamî ji axa Sûriyeyê were derxistin."

Ehmo wiha li axaftina xwe zêde kir:"Eger şerê Idlibê li gorî berjewendiya rêjîmê û Rûsyayê bi dawî bibe û Tirkiye ji Idlibê derkeve, bêguman pêşeroja Sûriyeyê ne wisa hêsan e. Ji ber ku Sûriye wekî dewleteke şovenîst a berê venagere, lê belê Sûriyeyeke nenavendî dê were avakirin."

Rûsya dixwaze Îranê derxe

Ehmo diyar kir ku armanca Rûsyayê ji hevpeymana bi dagirkeriya Tirkiyeyê re ew e ku Îranê ji herêmê derxe, ji ber ku Îran serweriya rêjîma Sûriyeyê dike û ji ber vê yekê Rûsya dê hewl bide Îranê ji Sûriyeyê derxe, piştî ku çareseriyekê ji rewşa Idlibê re peyda bike.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyeyê Ezîz Ehmo di dawiya axaftina xwe de got ku hevpeymanên di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de girêdayî Sûriyeyê pêk hatine, demkî ne û wiha dewam kir:”Îrana şîayî û Tirkiyeya sunnî ji serdema Şerê Çaldiranê yê sala 1514'an ve yê di navbera Osmanî û Sefewiyan de li hev nekirine. Tirkiye û Îran her du dixwazin serkêşiya cîhana îslamî bikin û ev nakokiya sereke di navbera her du aliyan de ye. Ji ber vê yekê guhertinên siyasî yên mezin dê di navbera hemû aliyên li ser axa Sûriyeyê de çêbin.

ANHA