Plansaziyên Yekitiya Mamosteyan a Tebqayê

Piştî lidarixistina Konferansa 1`emîn a Yekitiya Mamosteyan a Tebqayê ku xwe tê de bi rêxistin kirin û sazûmaniya rêxistinî erê kirin, Yekitiya Mamosteyan a Tebqayê ji bo pêşxistina mamosteyan hewl dide gelek projeyan amade bike.

Plansaziyên Yekitiya Mamosteyan a Tebqayê
Plansaziyên Yekitiya Mamosteyan a Tebqayê
Plansaziyên Yekitiya Mamosteyan a Tebqayê
24 îlon, 2018   06:48

MIHEMED HEYAWÎ / TEBQA

Rêveberiya Yekitiya Mamosteyan a Tebqayê ku ji 7 endaman pêk tê, ji bo berfirehkirina xebatên xwe meclisek ji 25 endaman ava kir. Ev meclis rewşa mamosteyên her sê navçeyên Tebqayê; El-Cirniyê li bakur, El-Mensûra li gundewarên rojhilat û bajarê Tebqayê dişopîne.

Yekitiyê tevî birêxistinkirina mamosteyan di warên civakî û çandî de, ji bo bilindkirina asta mamosteyan a aborî û derûnî hewl dide mamosteyan di yekitiyê de tomar bike.

Her wiha yekitî hewl dide bi rêya dewreyên perwerdeyê asta zanistî ya mamosteyan bilind bike.

Têkildarî mijara planên pêşerojê endamê yekitiyê Mihemed Mesûd wiha got: “Li ser demeke dirêj em plan dikin xanî ji mamosteyan bi rêya kooperatîfên xaniyan pêşkêş bikin. Her wiha ji bo spasiya xebat û keda mamosteyan di avakirina nifşan de em hewl didin peymangehên taybet ji bo zarokên mamosteyan bi nirxên erzan ava bikin.”

(şx)

ANHA