Çeteyên DAIŞ êrîşî gundek yê Xaneqînê kirin

Çeteyên DAIŞ bi guleyan êrîşî gundê Kerîm Dawid kirin, gundiyan jî bersiva çeteyan da û çete neçarman şûnde birevin.

Çeteyên DAIŞ êrîşî gundek yê Xaneqînê kirin
23 îlon, 2018   18:38

NAVNEDA NÛÇEYAN

Liv û tevgera çeteyên DAIŞ li derdora Kerkûk, Xaneqîn û herêma Germiyan her ku diçe zêde dibe. Gundiyên li wan sînoran di nava metirsiyê de ne.

Li gorî çavkaniyek ji polîsên bajarokê Xaneqîn a ser bi parêzgeha Diyale, çeteyên DAIŞ êrîşî gundê Kerîm Dawid yê dikeve Bakurê Rojavayê bajarokê Xaneqîn kirine.

Çavkaniyê got ku çeteyan bu guleyan êrîşê gund kirine, niştecihên gund jî bersiva çeteyan da û çete neçarman şûnde bizivirin. Çavkaniyê diyarkir ku di encama êrîşê de ti ziyanek canî çênebûye.