Jinên Reqayê rêxistinkirina xwe xurt dikin

Bi armanca xurtkirina rola jinan di rêvebirina meclis û projeyan de Meclisa Jinan a Reqayê dewreyek perwerde ji jinên ku di saziyên sivîl ên Reqayê de dixebitin vekir. 

Jinên Reqayê rêxistinkirina xwe xurt dikin
23 îlon, 2018   14:32

REQA

Jinên Reqayê ji bo pêşxistina kesayetên xwe di rêvebirina meclisên sivîl û herêmî de tev li dewreyên perwerdê yên ku Meclisa Jinan a Reqayê bi vê armancê vedike, dibin.

Meclisa Jinan a Reqayê dewreyeke nû ya perwerdeyê bi tevlêbûna 10 jinan ji Reqayê û gundewarên wê vekir.

Dewre dê 2 heftan bidome. Her wiha gelek wane û semîner ji aliyên kesên pispor ve tên dayîn. Dewre ji saet 9:00`an û heta saet 13:00 berdewam bike.

Têkildarî armancê dewreyan endama rêveber a Buroya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê Feyrûz Xelîl axivî û got: ``Armancên dewreyên, bihêzkirina aboriya jinan û zanakirina wê, da ku hunera rêvebirina projeyan binasin û karînên xwe xurt bikin û şêwazên danûstandina bi endaman re nasbikin in.``

Her wiha Fêrûz destnîşan kir ku ew ê  bi rêya vekirina projeyên weke werşeyên dirûtinê, vekirina baxçeyan û mala mûnê piştgiriya aboriya jinan bikin.

Feyrûz gotinên xwe wiha domand: ``Divê her jinek derbara xwe bi xwe peyda bike û xwe weke hêzek çalak di avakirina her projeyekêbibîne. Bi rêya van projeyan dê hêza xwe nasbike û bi wê hêzê û bi vînek xurt dê karibe rêveberiya civakê di hemû waran de bike."

Ji aliyê xwe ve çavdêra dewreyê Rîm El-Salih got: ``Armanca dewreyê perwerdekirina pêşxisti ja asta jin e da ku di warê rêveberiyê de bibin kesayetên serkeftî.``

(şx)

ANHA