Leşkerên Tirk gundên Kobanê gulebaran kirin

Leşkerên arêtşa Tirk a dagirker guleyan li gundên Aşmê, Zorava û Korelî yên kantona Kobanê barandin.

Leşkerên Tirk gundên Kobanê gulebaran kirin
23 îlon, 2018   14:09

KOBANÊ

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku leşkerê artêşa Tirk a dagirker di saet 15:30‘an de  bi 5 wesayîtan nêzî gundên Aşmê û Tarama yên rojavayê bajarê Kobanê û bê serûber gule li gund reşandin.

Nûçegihanan diyar kirin ku leşkeran ji du maşîneyên leşkerî gule gundê Zorava û Koralî jî reşandin.

Her wiha hate ragihandin, ku artêşa Tirk a dagirker gundên Xerbî yê dikeve rojava û Kerbenav ên ku 15 km dikevin rojhilatê bajarê Kobanê jî dike hedef.

ANHA