‘Armanca hevpeymana Rûsya-Tirkiyê bicihkirina terorîstên Idlibê li Efrînê ye’ 

Di civînekê de endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Telat Yunis tekez kir armanca hevpeymana Rûsya-Tirkiyê bicihkirina terorîstên Idlibê li Efrînê ye.

‘Armanca hevpeymana Rûsya-Tirkiyê bicihkirina terorîstên Idlibê li Efrînê ye’ 
‘Armanca hevpeymana Rûsya-Tirkiyê bicihkirina terorîstên Idlibê li Efrînê ye’ 
‘Armanca hevpeymana Rûsya-Tirkiyê bicihkirina terorîstên Idlibê li Efrînê ye’ 
‘Armanca hevpeymana Rûsya-Tirkiyê bicihkirina terorîstên Idlibê li Efrînê ye’ 
22 îlon, 2018   15:28

SEYDO ÎBO / QAMIŞLO

Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Telat Yunis di civînekê de ku bi boneya salvegera damezrandina PYD`ê bi dirûşma”Bi rihê Berxwedana Serdemê em salvegera 15`emîn a Partiya Yekitiya Demokratîk pîroz dikin” li bajaroka Til Koçer hatibû organîzekirin, axivî. Bi dehan şênî û endamên partiyê beşdarî civînê bûn.

Telat salvegera damezrandina partiyê li beşdaran pîroz kir û piştre geşedanên dawî yên siyasî û leşkerî li ser asta Sûriyeyê nirxand. Telat lihevkirinên di navbera hêzên navdewletî û herêmî bibîr xist û destnîşan kir ku ev lihevkirin di çarçoveya komkirina gurupên çekdar û terorîst yên ku ji hemû deverên cîhanê hatine û li herêmên Sûriyeyê belav bûne, bicihkirina wan li Idlibê, pêk hatiye.

 ‘Tirkiyê hewl dide gurupên çekdar û terorîst li Efrînê kom bike’

Yunis wiha domand:”Tirkiyê alîgera sereke ya çeteyan li Sûriyeyê ye, ji bo vejînkirina împeratoriya Osmanî, qirkirina gelê Kurd û têkbirina projeya netewa demokratîk, her wiha ji bo dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê, xaka Sûriyeyê dagir kir û tevlî axa Tirkiyê. Niha jî parastina çeteyan li Idlibê dike.”

Di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku lihevkirina dawî di navbera Serokê Rusyayê Vladimir Putin û Serokê Tirkiyeyê Receb Tayîb Erdogan de armanc jê ew e ku berdewamkirina guhertina demografiya Efrînê û bicihkirina gurupên terorîst û çeteyên Tirkiyeyê û malbatên wan ên li Idlibê, li Efrînê ye.

 ‘Tirkiyê Sûriyeyê ber bi parçebûnê ve dibe’

Endamê Meclisa Giştî yê PYD`ê Telat Yunis diyar kir ku ê ku îro Sûriyeyê tehdîd dike siyaseta parçebûnê ya di navbera hêzên navdewletî û dagirkirina Tirkiyeyê ji herêmên bakurê Sûriyeyê ye.

Telat wiha domand:”Ev lihevkirin nakeve xizmeta gelê Sûriyeyê, lê belê Sûriyeyê parçe dike. Rêjîma Sûriyeyê li hember kiryarên Tirkiyeyê bêdeng e. Ji ber ku niha ew lawaz e û ji ber zihniyeta xwe tenê bi desthildariyê ve girêda ye.”

Yunis tekez kir ku projeya wan a demokratîk; yekîtiya xaka Sûriyeyê diparêze. Her wiha Telat da zanîn ku rizgarkirina Efrînê ji xebatên pêşîn ên partiyê ne.

 ‘Amadekariyên hilbijatina rêveberiya meclisên partiyê’

Di dawiya axaftina xwe de Telat Yunis li ser rewşa rêxistinî axivî û destnîşan kir ku piştî lidarxistina Kongreya 3`yemîn a Tevgera Civaka Demokratîk, erkên partiyê mezin bû, ji ber vê yekê jî  ji bo hilbijartina rêveberiya meclisên partiyê dê gelek civînên berfireh li bajar û bajarokên Rojava lidar bixin.

(şx)

ANHA