Piştî navçeyan… Şaredariyê dest bi qîrkirina riyên bajar kir

Şaredariya Gel a Kantona Girê Spî piştî qîrkirina riyên navçeyên girêdayî Girê Spî bi dawî bûn, dest bi qîrkirina riyên sereke û şaxî yên bajarê Girê Spî kir.

Piştî navçeyan… Şaredariyê dest bi qîrkirina riyên bajar kir
Piştî navçeyan… Şaredariyê dest bi qîrkirina riyên bajar kir
Piştî navçeyan… Şaredariyê dest bi qîrkirina riyên bajar kir
22 îlon, 2018   16:39

GIRÊ SPÎ

Şaredariya Gel a Kantona Girê Spî  ji bo sererastkirina riyên ku  zirar dîtine li gorî bernameyekê taybet ji bo navçe û gundên girêdayî kantonê di destpêka meha Tebaxê de dest bi xebatê kir. 

Di nav plansaziya ku şaredarî danîye de, qîrkirina 26 km tevahî riyên kantona jê 10 km navçeya Silûkê, 4 km bajarokê Hemam El-Turkmen, 6 km navçeya Eyn Îsayê, 4 km Girê Spî û 2 km riya ku kantona Girê Spî dighîne bajarê Reqayê hatin bi dawî kirin.

Her wiha şaredariyê diyar kir ku lêçûna projeyê gihaşt 210 milyon lîreyên Sûriyeyê. li gorî endamê rêveber ê şaredariyê Mistefa Bozî destnîşan kir ku şaredariyê xebat bi temamî bi dawî kiriye û riyên ku bûbûn cihê gilî û gazincên ajokaran sererast kirine.

Di dawiyê de Bozî tekez kir şaredariyê dest bi qîrkirina riya sereke ya bajarê Girê Spî kir û di rojên pêş  de dê xebatên sererastikirina riyên 6 taxên mayî destpê bike.

(şx)

ANHA