Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol vê carê li Dêrikê hate vekirin

Çalakiyên roja yekem a duyemîn Pênşengeha Pirtûkan a Şehîd Hereok li bajarê Dêrikê dest pê kir.

Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol vê carê li Dêrikê hate vekirin
Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol vê carê li Dêrikê hate vekirin
Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol vê carê li Dêrikê hate vekirin
Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol vê carê li Dêrikê hate vekirin
Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol vê carê li Dêrikê hate vekirin
Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol vê carê li Dêrikê hate vekirin
Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol vê carê li Dêrikê hate vekirin
22 îlon, 2018   15:05

QAMIŞLO

Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê biryara vekirina duyemîn Pêngeha Pirtûkan a Şehîd Herekok li bajarê Dêrikê da. Pêşengeha îro hate vekirin berdewama çalakiyên pêşengeha duyemîna herêma Cizîrê ku di Tîrmehê de li bajarê Qamişlo hatibû lidarxistin.

Çalakiya roja yekem bi beşdarbûna hejmareke rewşenbîr, endamên tevgerên çand û hunerê, heskiriyên pirtûkan û xwediyên çapxaneyan dest pê kir.

Pêşengeh dê sê rojan berdewam bike. Tê de saziyên çapxane, yekitiyên çandî, Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê, Komeleya Çanda Suryan a Sûriyeyê, Yekitiya Niviskarên Kurdistanê li Sûriyeyê, Çapxaneya Dilşêr, Yekîtiya Rewşenbîrên Rojava, Komeleya Nivîskarên Rojava beşdar bûn. Di pêşengehê de bi sedan pirtûkê dê werin nîşandan.

Seroka Yekitiya Niviskarên Kurdistanê li Sûriyeyê Wezna Hamid derbarê vekirina pêşengehê de diyar kir ku pêşengeh çandeke  pir girîng e. Wezna destnîşan kir ku pêşengeh pirtûkên cuda, ji polîtîka, dîrok, wêne û ziman û hwd têne nîşan dide.

Wezna di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser tevlêbûna jinan di pêşengehê de û wiha domand: "Tevlêbûna jinan a ji bo pêşengehê balkêş e. Jinên Kurd di her qadên civakê de, bi taybet çandê cih digire, hemû pirtûkên kurdî devkî parve dike û nifşekê dighînê yê din."

Pêşengeh li navenda Yekitiya Ciwanên Rojava ya bajarê Dêrikê ji saet 10:00 heyan 13:00 û 17:00 heya 19:00‘an vekiriyê.

ANHA