Çeteyên Tirkiyê dîsa Heleb topbaran kir

Komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker  ji taxa Cemiyet El-Zehra ya li rex bajarê Helebê, kolana El-Nîl a bajarê Helebê bi du mûşekên ji cûreya Fîl topbaran kir.

Çeteyên Tirkiyê dîsa Heleb topbaran kir
22 îlon, 2018   14:44

HELEB

Nûçegihanê me ragihand ku di encama topbaranê de, hinek sivîl birîndar bûn û zerarên madî jî çêbûn.

Duh jî, çeteyên Tirkiyê taxa El-Hemedaniyê ya bajarê Helebê topbaran kir. Di encamê de, 5 sivîl birîndar bûn. Hêjayî bi bîr xistinê ye di demeke ku di navbera Rûsya û Tirkiyê de hevpeymana avakirina herêmeke bê çek li aliyên rojava yên Helebê îmze kirin, ev topbaran pêk hat.

(kc)

ANHA