Zêdebûna niştecîbûnan û paşguhkirina xwepaqijiyê nexweşiyan zêde dike

Pisporê nexweşiyên hundirîn Dr. Ednan El-Belîx diyar kir ku rewşên kulbûna Ceger A di van demên dawî de li devera El-Sehlebiyê ji ber zêdebûna niştecîbûnan zêde bûye, nemaze koçber mijara xwepaqijkirinê paşguhkirine û bi taybet li deverên nêzî çem û kanalên avdanê.

Zêdebûna niştecîbûnan û paşguhkirina xwepaqijiyê nexweşiyan zêde dike
Zêdebûna niştecîbûnan û paşguhkirina xwepaqijiyê nexweşiyan zêde dike
Zêdebûna niştecîbûnan û paşguhkirina xwepaqijiyê nexweşiyan zêde dike
Zêdebûna niştecîbûnan û paşguhkirina xwepaqijiyê nexweşiyan zêde dike
Zêdebûna niştecîbûnan û paşguhkirina xwepaqijiyê nexweşiyan zêde dike
Zêdebûna niştecîbûnan û paşguhkirina xwepaqijiyê nexweşiyan zêde dike
22 îlon, 2018   12:43

REQA / HEMÎD EL-ELÎ

Weke tê zanî herêmên ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) rizgarkirine bi ewle û aram in. di encamê de bi hezaran welatiyên ji herêmên di bin serweriya hêzên rêjîma Sûriyeyê de ne û herêmên ku rastî şer û pevçûnan tên berê xwe didin herêmên di bin serweriya QSD'ê de ne.

Devera El-Sehlebiyê ya rojavayê bajarê Reqa yek ji herêmên ku zêde pêşwaziya koçberan kiriye. Lê ji ber zêdebûna niştecîbûnan li vê deverê û paşguhkirina koçberan a mijara xwepaqijkirinê û bi taybet li deverên nêzî çem û kanalên avdanê, gelek nexweşî belav dibin, nemaze zarok di avên qirêj de avjeniyê dikin û dibe sedema belavbûna gelek nexweşiyan û bi taybet kulbûna ceger A ku bi awayekî ber bi çav di van demên dawî de zêde bûye.

Girêdayî mijarê pisporê nexweşiyên hundirîn Dr. Ednan El-Belîx ku ji welatiyên gundê El-Sehlebiyê ye wiha got: "Di van demên dawî de nexweşiya kulbûna ceger A zêde bûye. Sedema sereke ya vê nexweşiyê jî qirêjbûna avê ye, ku gelek koçber çopa xwe davêjin kanalên avê û di encamê de nexweşî zêde dibin."

Welatiyên herêmê bang li aliyên têkldar kir ku kampekê ji koçberan re ava bikin û van koçberan têde bi cih bikin û rê li pêşiya nexweşiyên vegirtinê bigirin.

Hate ragihandin ku 3 zarokên herêmê di encama nexweşiya kulbûna ceger A de di sala borî de jiyana xwe ji dest dan.

ANHA