Xezeba Zeytûnê: Xayîn nikarin li pêşiya îradeya gelê Efrînê bisekinin

Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê piştrast kir ku kesên noker nikarin li pêşiya îradeya welatiyan a rizgarkirina Efrînê rawestin. Fermandariyê bang li van kesên noker kir ku dest ji destdirêjiyên xwe yên der heqê welatiyan de berdin.

Xezeba Zeytûnê: Xayîn nikarin li pêşiya îradeya gelê Efrînê bisekinin
22 îlon, 2018   10:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê ragihand ku roja hesabxwestinê ji kesên noker nêzîk bûye.

Daxuyaniya Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê wiha ye:

"Ji roja destpêkê ya çalakiyên şervanên me ve li dijî çeteyên girêdayî dewleta Tirk û leşkerên wê me xayîn hişyar kirin ku danûstandinê bi dagirkeran re nekin û kirinên xwe yên derexlaqî der heqê gelê me û axa pîroz de rawestînin.

Piştî bêtirî 80 rojan ji destpêkirina çalakiyên me, em careke din van xayînan hişyar dikin û ji wan re wiha dibêjin: Êdî ji xayîntiya we re bes e, ey kole, êdî ji xwexapandina we re bes e. Roja hesabxwestinê nêzîk bûye û hûn ê cihê xwe di qirêjiya dîrokê de bigirin. Hûn bawer dikin ku bi van xiyanetên xwe hûn ê xewna rizgariyê li ba gelê me têk bibin? An hûn bawer dikin ku hûn ê xwe ji guleyên şervanên me biparêzin, piştî ku alîkarên we nikaribin leşkerên xwe biparêzin? An hûn dibêjin agahiya me ji destdirêjiyên we tune ye? An hûn dibînin ku em ji we dûr in? Li van çeteyan binêrin ka çawa yek li pey yekî tê kuştin. Çarenûsa we ne ji ya wan baştir e û hesabê we dê dijwar be.

Ji aliyekî din ve di van demên dawîn de hejmareke xayînan derketin ku dixwazin danûstandinê bi hêzên me re bikin û di heman demê de danûstandinê bi dijmin re bikin. Ev kes dixwazin bi vê yekê me bixapînin û ne pêkan e ev hewldanên wan bi ser bikevin û dê li ser destên şervanên me rastî heman çarenûsa çeteyan werin.

Li ser vê, em careke din bang li van xayînan dikin ku dest ji van destdirêjiyên xwe yên qirêjî berdin. Ne pêkan e ji bilî kuştinê şervanên me danûstandina van kesan bikin. Rêya tekane li pêşiya wan ew e ku bi dagirker û çeteyan re derkevin an jî li rex wan di qirêjxaneya dîrokê de bêne binaxkirin."

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê şervanên xwe li seranserî kantona Efrînê belav kirine û çalakiyên bibandor li dijî leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker rojane pêk tîne.

ANHA