6 meh cezayê hevdîtinê dan parêzerên Ocalan

Dadgeriya hikumeta Tirk a Bursayê, di 6'ê Îlona 2018'an de biryareke nû da û heta 6 mehan hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Yildirim, Konar û Aktaş a bi parêzeran re qedexe kir.

6 meh cezayê hevdîtinê dan parêzerên Ocalan
22 îlon, 2018   10:11

NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya bajarê Bursayê, Dadgeriya Înfazê ya 1'emîn a Bursayê der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş de ku di Girtîgeha Îmraliyê de dîl tên girtib, biryareke nû da. Dadgeriyê di biryara xwe ya 6'ê Îlona 2018'an de, heta 6 mehan hevdîtina parêzeran qedexe kir.

Dadgeriyê di 2'yê Adara 2018'an de jî biryarek dabû û di wê biryara xwe de qebûlkirina serdêran, pêwendiya bi nivîskî û hevdîtina bi telefonê qedexe kiribûn, lê belê di biryara xwe ya 6'ê Îlona 2018'an de behsa qedexekirina qebûlkirina serdêran, pêwendiya bi nivîskî û hevdîtina bi telefonê nekir.

Serdozgeriyê wek hincet 11 cezayên hucreyê yên di navbera 2005-2009'an de li Ocalan hatin birîn û biryara dîsîplînê ya der barê nameya wî ya 156 rûpel ku di 2009'an de nivîsandibû, nîşan dan. Her wiha dozgeriyê wek hincet diyar kir ku di hevdîtinan de Ocalan fermanan ji rêxistinê re dişîne û ev dibin rojev. Li ser vê Dadgeriya Înfazê ya 1'emîn a Bursayê heta 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kir.

Parêzeran li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Bursayê îtiraz li biryara dadgeriyê kir, lê belê îtîraz hate redkirin.