Şêwaza jiyana bedewiyan û rengê jiyana komînal

Malbata welatiyê bi navê Xalid Neşmî koçer e û ji bo pez û sewalên xwe xwedî bike ji herêmên başûr ber bi bakur ve koçber dibe.

Şêwaza jiyana bedewiyan û rengê jiyana komînal
22 îlon, 2018   11:00

KELSÛMA ELÎ / QAMIŞLO

Hin welatiyên herêma Cizîrê hê jî koçeriyê dikin û ji bo pez û sewalên xwe xwedî bikin di nava herêmên Cizîrê de koçber dibin. Gelek ji koçeran di demsala havînê de konên xwe li her du navçeyên Girkê Legê û Çilaxa bi cih dikin û di destpêka demsala zivistanê de jî careke din ber bi başûr ve koçber dibin.

Bedewî debara jiyana xwe ji xwedîkirina pez û sewalan werdigirin. Pêwîstiya xwedîkirina sewalan jî bi koçeriyê heye û li çêra pez û sewalan digerin. Tevî rewşên jiyanê û bicihbûna bedewiyan li gelek gundan, lê dîsa jî jiyana wan her çi qas ji hev cuda be jî bi awayekî komînal dijîn.

Li gel kêmbûna rêjeya zeviyên çêrê li ser hesabê zeviyên çandiniyê gelek koçer di xwedîkirina sewalan de xwe dispêrin êma ji bo zivistanê hatiye embarkirin û di destpêka biharê de dest bi koçberiyê dikin û li zeviyên çêrê digerin.

Xalid Neşmî ji welatiyên gundê Erca yê başûrê Qamişlo ye û debara malbata xwe ji xwedîkirina pez û sewalan dike. Malbata Neşmî di seranserî salê de koçeriyê dike.

Malbatê konê xwe li gundewarên bakurê her du navçeyên Çilaxa û Girkê Legê vegirtiye. Piştî ku cotkar hilberîna xwe ji zeviyan werdigirin rê ji xwediyên sewalan re vedikin da ku pezên xwe lê biçêrînin. Malbata Neşmî ji 7 kesan pêk tê û hemû pêdiviyên xwe di kon de bi cih kirine. Malbat jiyana xwe bê kehrebe derbas dike û şêwaza kevnar a jiyana koçeran diparêze.

Xalid Neşmî diyar kir ku ev bêtirî 10 sal e koçeriyê dike û ev nêzî 7 meh e li gundewarên Girkê Legê bi cih bûye û bi hatina demsala zivistanê re dê careke din ber bi başûr ve koçber bibe.

Malbat di xwedîkirina sewalan de, peydakirina êm, çêra sewalan, peydakirina avê, bêrîvantî û çêkirina şîremeniyê de bi awayekî komînal tev digere.

Malbat hilberîna xwe ya şîremeniyê û hiriyê li bazarên herêmê difiroşe û debara xwe pê dike.

(jh)

ANHA