Li Afganistanê ji ber teqînê 8 zarok mirin û 6 kes birîndar bûn

Li bakurê Afganistanê şevê din teqînekê rû da, di encamê de 8 zarokan jiyana xwe ji dest da û 6 zarok jî birîndar bûn.

Li Afganistanê ji ber teqînê 8 zarok mirin û 6 kes birîndar bûn
22 îlon, 2018   08:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Desteya Ewlekariya Herêmî ya Afganistanê Abdullah Kerîm Eraş ragihand ku şevê din bombeyek li bakurê navenda rêveberiya wîlayeta Faryab teqiya, ji ber teqînê 8 zarok ku temenê wan di navbera 6 heya 12 salî de ne, mirin û 6 jî birîndar bûn.

Polîsên Afganistanê berpirsyaryia teqînê li tevgera Talîbanê girt.

(bb)