Tîmên taybet gundê Baxoza Jorîn ji bermahiyên çeteyan paqij dikin

Di çarçoveya pêngava dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de duh şervanên QSD`ê gundê Baxoza Jorîn ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir. Tîmên taybet ên rakirina mayinan jî rakirina mayinan ji gund ber bi dawiyê ve dibin.

Tîmên taybet gundê Baxoza Jorîn ji bermahiyên çeteyan paqij dikin
Tîmên taybet gundê Baxoza Jorîn ji bermahiyên çeteyan paqij dikin
Tîmên taybet gundê Baxoza Jorîn ji bermahiyên çeteyan paqij dikin
Tîmên taybet gundê Baxoza Jorîn ji bermahiyên çeteyan paqij dikin
22 îlon, 2018   08:14

EMAR EL-XELEF – DIYAR EHMO / DÊRAZOR

Ji bo ku şervanên QSD`ê bi pêş de neçin û baregehên dawîn ên çeteyên DAIŞ`ê rizgar nekin, çeteyên DAIŞ`ê bi awayekî zêde mayinan diçînin.

Tîmên taybet ên rakirina mayinan ên girêdayî QSD`ê dest bi paqijkirina gundê Baxoza Jorîn a girêdayî herêma Hecîn ji mayin û bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê kir da ku ji nû ve jiyanê li wê derê vegerînin. Paqijkirina gund ber bi dawiyê ve diçe.

Endamê tîmên taybet ên rakirina mayinan Bahoz Hesekê got ji duh ve endamên wan dest bi paqijkirina gund ji bermahiyên çeteyan kir. Ji ber şervanên QSD`ê bi awayekî ber bi çav bi pêş de diçin, ew jî di karê xwe de lez dikin.

Bahoz Hesekê di axaftina xwe de destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê bi awayekî zêde mayin di nava zeviyan de çandine û armanca wan ew e ku sivîlan bikin hedef.

Ji aliyekî din ve Bahoz Hesekê diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê hemû rê bi satirên axê bi temamî girtine û wiha pê de çû: "Alavên me satirên axê radikin da ku wan rêyan veke û di demeke nêz de şênî li malê xwe vegerin."

Bahoz Hesekê di dawiyê de bang li şêniyên ku li malê xwe vedigerin kir ku heger tu tiştê ne diyar dîtin xwe nêzî wan nekin û yekser agahiyê bidin şervanên QSD`ê.

(bx)

ANHA