Di xwepêşandanên Xezayê de, kesek mir û 312 jî birîndar bûn

Li Xezayê di çalakiyên "Meşa Mezin a Vegerê" de filistîniyek mir û 312 jî birîndar bûn.

Di xwepêşandanên Xezayê de, kesek mir û 312 jî birîndar bûn
21 îlon, 2018   17:27

XEZA

Ciwanê Filistînê yê bi navê Kerîm Kelab ku beşdarî çalakiyên "Meşa Mezin a Vegerê" ji ber guleya hêzên Îsraîlê jiyana xwe ji dest da û 312 jî birîndar bûn. Tê gotin ku rewşa 4 kesan giran e.

Bi vê yekê hejmara qurbaniyên çalakiyan ji 30‘ê Adarê ve derket 184 kesan û zêdeyî 20 hezarî jî birîndar.

ANHA