Rêveberiya Xweser jineke daişî radestî balyozxaneya Sudanê kir

Desteya Têkiliyên Derve ya Herêma Cizîrê jinek Daişî ku ji Sudanê radestî bakyozxaneya Sûdanê ya li paytexta Sûriyeyê Şamê kir.

Rêveberiya Xweser jineke daişî radestî balyozxaneya Sudanê kir
Rêveberiya Xweser jineke daişî radestî balyozxaneya Sudanê kir
Rêveberiya Xweser jineke daişî radestî balyozxaneya Sudanê kir
20 îlon, 2018   14:25

QAMIŞLO

Desteya Têkiliyên Derve ya Herêma Cizîrê bi armanca ku jina DAIŞî ya ji Sûdanê radestê şêwirmendê sefîrê Sûdanê yê li paytexta Sûriyeyê Şamê Hîşam Elî bike, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Daxuyanî li avahiya Desteya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişlo bi amadebûna bi dehan saziyên çapemeniyê hate dayîn.

Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Herêma Cizîrê Abdulkerîm Umer axivî. Umer di destpêkê de spasiya şêwirmendê sefîrê Sûdanê ya Sûriyeyê Hîşam Elî kir.

Umer da xuyakirin ku "Li ser daxwaza Komara Sûdanê û ji bingeha baweriya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi mafên mirovan, her wiha rêzdariya rêveberiyê ji qanûn û peymanên navdewletî, û li ser daxwaze welatiya Sûdanî Nede Samî Seîd a ku di 10`ê Çileya 2018`an de ya ku tev li DAIŞ`ê bûbû, biryare radestkirina wê ji balyozxaneya Sûdan re ya Şamê hate girtin."

Umer tekez kir ku tenduristiya welatiya bi navê Nede Seîd tevî zarokê xwe Ehmed baş e.

Piştî axaftina Abdulkerîm Umer, şêwirmendê balyozxaneya Sûdanê yê Şamê Hîşam Elî spasiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kir û wiha got: ``Tenduristiya Nede baş e``, û pesna hevkariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bi Komara Sûdanê ji bo radestkirina Nede û zarokê wê Ehmed kir.

Piştî bidawîbûna axaftinan her du alî peymana radestkirinê mohr kirin.

(şx)

ANHA