Projeya qanûna jin hate gotûbêjkirin

Rêxistinên jinan ên Bakurê Sûriyeyê qanûnên girêdayî jinan ên ku ji aliyê Meclisa Dada Jinê ve hatiye amadekirin, gotûbêjin kirin.

Projeya qanûna jin hate gotûbêjkirin
20 îlon, 2018   14:05

QAMIŞLO

Meclisa Dada Jinê ya Bakurê Sûriyeyê qanûnên taybet bi jinan ku ji 36 madeyan pêk tê amade kir.

Meclisê qanûn wekî biruşûr li saziyên jinan ên Bakurê Sûriyeyê, Kongreya Star, Hevserokatiya Hêrêma Cizîrî, jinên parêzer û jinên meclisên kantonan belav kir.

Bi armanca nîqaşkirina qanûnan rêxistinên jinan civîneke li avahiya Meclisa Dîwana Dada Civakî ya bajarê Qamişlo li dar xist.

Di civînê de bendên qanûnê yek yek hatin xwendin û nîqaşkirin. Li gorî nêrîn û pêşniyaran guhertin di qanûnên de hatin kirin, herî dawî dê radestî Meclisa Zagonsaz a Kantona Cizîrê were kirin da ku ji aliyê xwe de radestî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were kirin.

ANHA