Artêşa Tirk dibistaneke Girê Spî kir hedef

Artêşa Tirk a dagirker di roja yekem a vekirina dibistanê de, dibistana gundê Sûsik ê girêdayî kantona Girê Spî kir hedef.

Artêşa Tirk dibistaneke Girê Spî kir hedef
Artêşa Tirk dibistaneke Girê Spî kir hedef
Artêşa Tirk dibistaneke Girê Spî kir hedef
Artêşa Tirk dibistaneke Girê Spî kir hedef
Artêşa Tirk dibistaneke Girê Spî kir hedef
Artêşa Tirk dibistaneke Girê Spî kir hedef
Artêşa Tirk dibistaneke Girê Spî kir hedef
Artêşa Tirk dibistaneke Girê Spî kir hedef
20 îlon, 2018   14:45

GULISTAN MIHEMED / GIRÊ SPÎ

Leşkerên artêşa Tirk ên li ser sînor, di roja yekem a vekirina dibistanê, dibistana gundê Sûsik ê kantona Girê Spî, kir hedef.

Mamosteya dibistanê ya bi navê Bêrkîn dibêje : "Min û hevalên xwe yên mamoste dibistan paqij dikirin, gula hatin avêtin û camên pencereyan şikestin."

Her wiha Bêrkîn Osman da zanîn ku di sala borî de jî leşkerên artêşa Tirk gule li dibistanê reşandin.

Ji aliyê xwe ve yek ji jinên gund Evîn Mihemed destnîşan kir ku artêşa Tirk hewl dide şagirtan bitirsîne, lê ew zarokên xwe bişînin dibistanê.

Her wiha Evîn bang li rêxistinên mirovî ku qaşo banga parastina mafên mirovan dikin kir ku kirinên artêşa Tirk rawestînin.

(şx)

ANHA