Bernameya hikumeta Erdogan nirxê lîreyê Tirkiyeyê dadixe

Tevliheviya hikumeta Tirkiyeyê berdewam dike û ber bi pêş ve direve da ku xwe ji aloziya aborî rizgar bike. Wezîrê darayî yê Tirkiyeyê bernameya aborî ya hikumetê ragihand û lîreyê Tirkiyeyê careke din li hemberî dolar daket.

Bernameya hikumeta Erdogan nirxê lîreyê Tirkiyeyê dadixe
20 îlon, 2018   11:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Lîreyê Tirkiyeyê li hemberî dolar îro piştî ku wezîrê darayî yê Tirkiyeyê bernameya aborî ya hikumetê ragihand, careke din daket ku gumanên kêmkirina geşbûnê digire nava xwe.

Pêşandana zelalkirinê ku wezîrê darayî yê Tirkiyeyê pêşkêş kiriye, armancên guhertî yên belgeyên aborî wekî girsbûna darayî û geşbûna giştî hilberîna hundirîn û budçeya danûstandinan diyar dike.

Ji destpêka îsal ve lîreyê Tirkiyeyê li hemberî dolar bi qasî ji sedî 40 ji nirxê xwe winda kir, nemaze piştî ku rêveberiya Amerîkayê gumrika li ser hesin û elemînyomê Tirkiyeyê zêde kir.