Li gundê Baxoza Jorîn şer giran e, 19 çete hatin kuştin

QSD‘ê ragihand ku li gundê Baxoza Jorîn ê gundewarên rojhilatê Dêrazorê şerê giran rû didin û destnîşan kir erebeyên bombekirî yên çeteyên hatin rûxandin û 19 çeteyên DAIŞ‘ê hatin kuştin.

Li gundê Baxoza Jorîn şer giran e, 19 çete hatin kuştin
19 îlon, 2018   14:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê der barê mijarê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de ku di qonaxa wê ya dawî ya Şerê Tundekirina Terorê de ye, hêzên me roja çarşemê 19‘ê Îlona 2018‘an li herêma Baxoza Jorîn li ferehiyeke /1/ km2  operasyoneke paqijkirinê da destpêkirin û 11 mayîn bê bandor kirin.

Li vê herêmê şerên dijwar rû dan, rêxistina terrorist hewl dida pêşketinên şervanên me asteng bikin, li ser vê yekê bi hawn û obîsan êrîş kirin, paşê 3 erebeyên bombebarkirî  bi kar anîn, hersê erebe beriya ku bighêjin armancên xwe ji aliyê hêzên me ve hatin rûxandin. Terorîstan her wiha hewl dan êrîşî nuqteyên şervanên me bikin, lê dîsa hewldanên wan bi ser neketin. Di vê çarçoveyê de hêzên me motorsêklêteke ku doçkaya (12,5) li ser teqand.

Bilançoya destpêkê ya vê şerî, 19 terorîst hatin kuştin, term û çekên wan ketin destê şervanan.

Şer heya vê kiliyê berdewam e, balafirên koalîsyonê lê dide.

Di şer de 4 şervanên me birîndar bûn."

ANHA