YPG`ê li bargeha çeteyan xist, kuşt û birîndar hene

YPG`ê diyar kir ku di encama çalakiya hêzên wan li navçeya Şêrawa 2 çete hatin kuştin.

YPG`ê li bargeha çeteyan xist, kuşt û birîndar hene
19 îlon, 2018   11:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê derbarê çalakiyên şervanên YPG`ê li navçeya Şêrawa ya Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

YPG`ê diyar kir ku di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê, hêzên wan çalakiyên xwe yên li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê didomînin.

YPG`ê destnîşan kir ku di dîroka 18’ê Îlonê de yekîneyek wan di navbera gundên Kefer Nebo û Beradê yên girêdayî navçeya Şêrawa de baregeheke koma çeteyên Ehrar El-Şerqiye hedef girtin.

YPG`ê da zanîn ku di navbera hêzên wan û çeteyan de şerên  sînge sîng qewimîn, di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.

(kc)