Şagirt û mamosteyên Tirbespiyê ji bo zarokên Efrînê deketin qadan  

Şagirt û mamosteyên navçeya Tirbespiyê bi meşekê kiryar û binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyeyê yên der heqê zarokên Efrînê de ku ji dibistanên xwe mehrûm hiştine, şermezar kirin. 

Şagirt û mamosteyên Tirbespiyê ji bo zarokên Efrînê deketin qadan  
Şagirt û mamosteyên Tirbespiyê ji bo zarokên Efrînê deketin qadan  
Şagirt û mamosteyên Tirbespiyê ji bo zarokên Efrînê deketin qadan  
Şagirt û mamosteyên Tirbespiyê ji bo zarokên Efrînê deketin qadan  
Şagirt û mamosteyên Tirbespiyê ji bo zarokên Efrînê deketin qadan  
Şagirt û mamosteyên Tirbespiyê ji bo zarokên Efrînê deketin qadan  
19 îlon, 2018   12:55

QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20`ê Çileyê de bi hemû cureyên çekdan û balafiran êrîşî kantona Efrînê kir. Şervanên YPG, YPJ û gelê Efrînê li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê 58 rojan berxwedaneke dîrokî meşand. Ji bo ku komkujî der heqê welatiyan de çênebe, şervanên YPG û YPJ`ê neçar man ku gel ji Efrînê derxin. Di encamê de bi hezaran xwendekarên Efrînê ji perwerdeyê mehrûm man.

Bi armanca şermezarkirina kiryarên Tirkiyeyê û bêdengiya navneteweyî, her wiha ji bo piştgiriya zarok û gelê Efrînê, pêkhateyên navçeya Tirbespiyê (Kurd, Ereb û Suryan) tevî şagirt û mamosteyan meşek li dar xist. Meşê ji ber navenda Kongreya Star dest pê kir.

Pêkhateyan di meşê de pankartên “Rizgarkirina Efrînê û rizgarkirina Sûriyeyê ji teror û dagirkeriya Tirkiyeyê”,”Na ji guhartina demografyaya Efrînê re”, “Em bêdengiya navneteweyî der barê Efrînê de şermezar dikin” ku bi zimanên kurdî, erebî, suryanî hatibûn nivîsandin, rakirin.

“Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin da ku xwendekar bixwînin”

Şagirt û mamosteyan dirûşmên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyeyê û kiryarên wê der heqê zarokên Efrînê de ji ku perwerdeyê mehrûm mane, berz kirin û wiha got: “Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin da ku xwendekar bixwînin.” Her wiha gel jî piştgirî da berxwedana Efrînê û gelê wê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê.

Meş li ber Parka Şehîdên 12`ê Adarê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de, bi navê pêkhateya Kurd Abdullrehîm Hiso û bi navê pêkhateya Ereb Hisên El-Sadet axaftin kirin. Di axaftinan de  berxwedana gelê Efrînê û çalakiyên şervanên YPG û YPJ`ê li Efrînê hatin silavkirin.

Her wiha di axaftinan de hate tekezkirin ku Efrîn bajarê aştiyê bû, bi sedan koçberên Sûriyeyê ku ji ber kiryarên neexlaqî reviyan û xwe spartin Efrînê.

Di berdewama axaftinan de ev tişt hate gotin: “Kiryarên dagirkeriya Tirkiyeyê wekî revandin, kuştin, guhertina demografyaya Efrînê, li dijî hevpeymanên navneteweyî ye.” Mitîng bi dirûşmên silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.

(kc)

ANHA