Rejîma Îranê kolberekî din qetil kir

Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê navçeya Çaldiran a Ûrmiyeyê kolberê bi navê Nîmet Şehbaz Heyderan yê 30 salî kuşt.

Rejîma Îranê kolberekî din qetil kir
19 îlon, 2018   10:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên rejîma Îranê li sînorê Rojhialt (Rojhilatê Kurdistan) û Bakurê Kurdistanê êrîşî komeke kolber kir. Di êrîşa hêzên rejîmê ya li sînorê navçeya Çaldiran a Ûrmiyeyê de kolberek hate qetilkirin.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, kolberê bi navê Nîmet Şehbaz Heyderan (30) hate qetilkirin. Heyderan ji gundê Îsa Gulêkî yê navçeya Çaldiran e û xwediyê 2 zarokan e.

(kc)