Welatiyên Dêrikê: Na ji guhertina demografîk a Efrînê re

Welatiyên deverên Dêrik, Berav û Koçeran li dijî dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê li Efrînê di bin durişmeya "Na ji guhertina demografîk a Efrînê re" xwepêşandanek organîze kirin.

Welatiyên Dêrikê: Na ji guhertina demografîk a Efrînê re
Welatiyên Dêrikê: Na ji guhertina demografîk a Efrînê re
Welatiyên Dêrikê: Na ji guhertina demografîk a Efrînê re
Welatiyên Dêrikê: Na ji guhertina demografîk a Efrînê re
Welatiyên Dêrikê: Na ji guhertina demografîk a Efrînê re
Welatiyên Dêrikê: Na ji guhertina demografîk a Efrînê re
Welatiyên Dêrikê: Na ji guhertina demografîk a Efrînê re
Welatiyên Dêrikê: Na ji guhertina demografîk a Efrînê re
18 îlon, 2018   11:57

QAMIŞLO

Bi hezaran welatiyên ji hemû pêkhateyên deverên Dêrik, Berav û Koçeran, endamên saziyên civaka sivîl û gelek endamên partiyên siyasî, oldar û kesayet û mamosteyên dibitanan li qada Azadî ya bajarê Dêrik kom bûn û beşdarî xwepêşandana ku Meclîsa Navçeya Dêrikê organîze kiriye bûn.

Xwepêşadêr ji qada Azadî bi rê ketin û di nava kolanên sereke yên bajêr re geriyan û durişmeyên dilsoziya bi berxwedana Efrînê re diqîriyan. Xwepêşandêran her wiha pankartên bi nivîsên weke "Rizgarkirina Efrînê rizgarkirina Sûriyeyê ji terorî û dagirkeriya Tirk e", "Em bêdengiya navnetewî li hemberî dagirkirina Efrînê şermezar dikin".  Xwepêşandêran her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan bilind kirin.

Piştî ku xwepêşandêr gihîştin qada Şehîdan li vir xwepêşandan veguherî çalakiyeke girseyî. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Hevserokê Meclîsa Navçeya Dêrikê Sahib Osman axivî û wiha got: "Em bejna xwe li hemberî rihê şehîdên azadiyê ditewînin em soza şopandina riya van şehîdan dubare dikin. Ji bo rizgarkirina Efîrnê çi ji me were xwestin em amade ne."

Osman bang li xwedî wijdan, azadîxwaz, saziyên mafdarî û mirovahî kir ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê derbikevin û rê li pêşiya xebatên kuştin, talan û guhertina demografîk a Efrînê bigirin.

Piştre Endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Suad Mistefa axivî û bang li hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê kir ku hevgirtina xwe li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê xurt bikin û got ku Tirkiye sponserê sereke yê komên terorîst e.

Suad di berdewama axaftina xwe de got ku bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiyana hevbeş û biratiya gelan tê çespandin û netewa demokratîk li herêmê pêk tê.

Li ser navê pêkhateya Suryan Endamê Buroya Rêveberiya Partiya Yekîtiya Suryan Rehid Yûsif axivî û wiha anî ziman: "Em xebatên xwe li gorî felsefeya netewa demokratîk didin meşandin, nemaze ji ber ku ev felsefe jiyana hevbeş û biratiyê diçespîne û di nava xwe de hemû rengîniya civakê dihewîne û diparêze."

Yûsif di berdewama axaftina xwe de got ku tevî hemû hewldanên dagirkeriya Tirkiyeyê ya derxistina tevliheviyê û têkbirina aramiyê li herêmê, lê welatiyên herêmê bi van hewldanên Tirkiyeyê nayên xapandin û wiha domand: "Em soz didin welatiyên Efrînê ku em ê alîkariya wan di rizgarkirinê de bikin û çi ji me were xwestin em amade ne".

Di dawiya axaftinan de welatiyan durişmeyên dilsoziya bi berxwedana şervanên YPG'ê, YPJ'ê û QSD'ê re qîriyan.

ANHA