2 hezar û 600 cenaze ji gorên komî hatin derxistin

Tîma Destwerdana Destpêkê ya girêdayî Komîteya Jinûveavakirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên rakirina cenazeyan ji gorên komî di Mizgefta Kevn de bi dawî kirin. Tîmê heta niha 2 hezar û 600 cenaze rakirine.

2 hezar û 600 cenaze ji gorên komî hatin derxistin
2 hezar û 600 cenaze ji gorên komî hatin derxistin
2 hezar û 600 cenaze ji gorên komî hatin derxistin
2 hezar û 600 cenaze ji gorên komî hatin derxistin
18 îlon, 2018   11:32

FIDA ELÎ – RÛBA EL-ELÎ / REQA

Ji destpêka rizgarkirina bajarê Reqayê di dîroka 20'ê Cotmeha 2017 ve, tîmên destwerdana destpêkê cenazeyan ji gorên komî li bajarê Reqayê radikin û radestî malbatên wan dikin û yên nayên naskirin li cihên taybet vedişêrin.

Heta niha cenaze li gelek goristanan (Lîstikgeha Reşîd, Parka Erebiyê li taxa El-Bedo û Mizgefta Kevn) rakirin. Hejmara cenazeyan hatin rakirin gihaşt 2 hezar û 600’an ku bêhtirî wan sivîl in ku ji hêla çeteyên DAIŞ'ê ve di gorên komî de hatibûn binaxkirin.

Endamê rêveberiya Komîteya Jinûveavakirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Ebdilah Eryan têkildarî mijarê axivî û wiha got. "Rakirina cenazeyên di bajarê Reqayê de dewam dike, îro me li goristana komî li Mizgefta Kevn bi dawî kir, hejmara cenazeyan gihaşt 94’an, ji wan 68 sivîlên hatin naskirin me radestî malbatên wan kirin û 26 cenaze nehatin naskirin, dê li cihên taybet werin veşartin."

El-Eryan gotinên xwe wiha di dawî kirin: "Niha Goristana Panorama ya giştî maye, lê ji ber ku mayin li wir hatine çandin em nikarin rakin heta ku were paqijkirin."

(jo)

ANHA