Alav li ser şaredariyên kantona Hesekê hatin belavkirin

Meclisa Kantona Hesekê bi hevkariya Komîteya Şaredariyan a kantonê hejmarek ji alavan dan şaredariyên gel ên Şedadê, Merkede, Til Temir û Hesekê.

Alav li ser şaredariyên kantona Hesekê hatin belavkirin
Alav li ser şaredariyên kantona Hesekê hatin belavkirin
Alav li ser şaredariyên kantona Hesekê hatin belavkirin
18 îlon, 2018   12:41

HESEKÊ

Bi armanca xizmeta welatiyan û başkirina rewşa xizmetguzeriyê di şaredariyan de, Meclisa Kantona Hesekê û bi hevkariya Komîteya Şaredariyan hejmarek ji alavan da Şaredariya Gel a Kantona Hesekê.

Alavên ku hatin dayîn, 8 alavên ji cureya bagir û 6 erebeyên ji cureya Toyota. Der barê mijarê de, hevserokê Desteya Şaredariyan a Kantona Hesekê Ebdilxefûr Oso da zanîn ku armanca belavkirina alavan başkirina rewşa xizmetguzeriyê ye.

Oso da zanîn ku şaredariyên ku alav girtine ya Şedadê û Erîşê 2 bagir û 3 erebeyên ji cureya Toyota, Şaredariya Mergedê 2 bagir û 2 erebeyên ji cureya Toyota, Şaredariya Til Temir 2 bagir û Şaredariya Hesekê 2 bagir û erebeyek ji cureya Toyota.

Tê destnîşankirin ku ev cara çaremîn e ku Meclisa Kantona Hesekê ji bo hemû şaredariyên girêdayî kantonê belav dike.

ANHA