Buhayên gazê li Cizîrê hatin diyarkirin

Karîgeriya Giştî ya Bazirganiyê li herêma Cizîrê belavokek weşand û tê de buhayên tîpên gazê li herêma Cizîrê diyar kirin. Di belavokê de hate gotin ku kesên li gorî vê belavokê tev negerin dê rastî cezayan werin.

Buhayên gazê li Cizîrê hatin diyarkirin
18 îlon, 2018   11:22

NAVENDA NÛÇEYAN

Karîgeriya Giştî ya Bazirganiyê li herêma Cizîrê belavokeke bi hejmar 84 weşand û tê de şert û mercên kirîn û firotina tîpên gazê li herêma Cizîrê diyar kirin.

Di belavokê de wiha hate gotin:

“Buhaya tîpên gaza butan li herêma Cizîrê wiha diyar dibe:

Bêtirî 23 kîlogram

- Li deverên Dêrik, Çilaxa, Tirbespiyê       2300 LS

- Li bajarê Qamişlo û navçeyên wê           2400 LS

- Li bajarê Hesekê û navçeyên wê            2400 LS

Ji karkerên bazirganiya gaza butanê dikin wiha tê xwestin:

- Divê textenavekî bi dikan an embara xwe ve daliqînin û tê de destûra xwe ya bazirganiyê nîşan bidin.

- Buhayê gazê nîşan bidin.

- Gazê li gorî sicilê û qoçanê belav bikin.

- Dikana xwe ji bilî betlane û minasebetan rojane vekin.

Tiştên ji wan re qedexe ev in:

- Tîpên gazê li cihên ne taybet bêne danîn.

- Firotina komfiroş bi mebesta bazirganiya nerewa.

- Dagirtina tîpên biçûk (gaza geştewariyê) eger nehatibe destûrkirin.

- Tîp li gorî giraniyê bêne veqetandin.

Tevgerên ne li gorî van agahiyan, karkerên ku bazirganiya gaza butanê dikin dê rastî cezayan werin û destûra wî dê were betalkirin û tîpên gazê yên li ba wî jî dê bêne wergirtin û dê fermî hewaleyî dadgeriyê werin kirin.”

ANHA