Rêjîmê hevpeymana Idlibê ku li Soçî hatiye ragihandin silav kir

Wezareta Karên Derve û Penaberan a Sûriyeyê hevpeymana der barê parêzgeha Idlibê de silav kir. Wezaretê di daxuyaniyeek xwe de diyar kir ku ev hevpeyman di encama şêwrên wan bi Yekîtiya Rûsyayê re pêk hatiye.

Rêjîmê hevpeymana Idlibê ku li Soçî hatiye ragihandin silav kir
18 îlon, 2018   10:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA ya girêdayî rêjîma Sûriyeyê îro daxuyaniyeke rayedarekî Wezareta Karên Derve û Penaberan a Sûriyeyê weşand û têde diyar dike ku Sûriye hevpeymana der barê Idlibê de ku duh li bajarê Soçî yê Rûsyayê hatiye ragihandin silav dike.

SANA li ser navê heman rayedarî wiha gotiye: "Hevpeyama der barê parêzgeha Idlibê de ku duh li bajarê Soçî yê Rûsyayê hatiye ragihandin, di encama şêwrên rêjîmê bi Yekîtiya Rûsyayê re pêk hatiye."

SANA destnîşan kir ku heman çavkanî piştrast kiriye ku Sûriye hemû xebatên bidawîkirina rijandina xwîna Sûriyeyê silav dike da ku aramî û ewlehî di Sûriyeyê de pêk were.