Her çend hatibe wêrankirin jî ji îbadetê re malovaniyê dike

Mizgefta El-Ferdos a taxa El-Ferdos yek ji mezintirîn mizgeftên Reqayê ye. Bi dehan şêniyên Reqayê bi taybet di rojên înê de nimêja xwe li mizgeftê dikin. Tevî ku tenê minareya mizgeftê maye, lê dîsa jî banga nimêjê jê berz dibe.

Her çend hatibe wêrankirin jî ji îbadetê re malovaniyê dike
Her çend hatibe wêrankirin jî ji îbadetê re malovaniyê dike
18 îlon, 2018   09:37

EMÎNA EL-ELÎ / REQA

Çeteyên DAIŞ`ê di 15`ê Çileya 2014`an Reqa dagir kirin. DAIŞ`ê der heqê şêniyan de gelek binpêkirinên nemirovî pêk anîn.

Çeteyên DAIŞ`ê ne tenê şerê şêniyan kir lê belê bi zanebûn binesaziya bajêr û şûnwar û cihên dîrokî talan kirin. Beriya rizgarkirina QSD`ê di 20`ê Cotmeha sala borî de bajêr ji DAIŞ`ê, çeteyan hemû cihên giştî û taybet ên bajêr teqandin. Di encamê de beşên berfireh ji avahiyên bajêr wêran bûn.

Mizgefta El-Ferdos ji mezintirîn mizgeftên bajarê Reqayê ye. Rûbera wê nêzî 4 hezar metre ye. Mizgeft bûbû meqseda nimêjkerên Reqayê û gundewarên wê.

Taxa El-Ferdos navê xwe ji navê mizgeftê girtiye. Bi dagirkirina çeteyên DAIŞ`ê ji bajêr re, çeteyan mizgeft bi hinceta ku tê hedefgirtin, du salan girt û destûr neda ku şênî nimêja xwe li mizgeftê bikin.

Dîroka mizgeftê vedigere sala 1970`yan. Lê niha tenê minareya wê maye. Heta niha jî ji minareyê dengê bangê bilind dibe û şênî nimêja xwe di mizgeftê de dikin.

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Ismaîl Mihemed wiha got: “Mizgeft ji aliyê kesekî bi navê Ferhan El-Hemadê ve hatiye avakirin. DAIŞ`ê du salan destûr neda ku em nimêja xwe lê bikin. Em bang li Gerînendeya Karûbarên Olî dikin ku mizgeftê restore bikin.”

Ji destpêka rizgarkirina QSD`ê ya bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê ve jiyan vedigere bajêr. Sazî û komîteyên girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo vegerandina ronakî û şaristaniya bajêr bê navber dixebitin.

(şx)

ANHA