Li navenda Baxoza Jorîn şer giran e

Li navenda gundê Baxoza Jorîn şerên giran rû didin, QSD`ê bi pêşve diçe.

Li navenda Baxoza Jorîn şer giran e
18 îlon, 2018   10:11

DÊRAZOR

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê, ragihandin ku şer derbasî navenda gundê Baxoza Jorîn bûye û di van kêliyan de di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de şerekî dijwar rû dide.

Li gorî navenad ragihandina QSD`ê, QSD`ê di navenda gund de bi pêşve diçe û bargehên çeteyan têne rûxandin.

 Li gorî fermandariya eniya Baxoza Jorîn ku agahî dane navenda ragihandina QSD`ê, çeteyên DAIŞ`ê de li gelek noqteyê di hundirê gundê Baxoza Jorîn de hatine dorpêçkirin û cenazeyan çeteyan  jî li naverasta gund in.

(kc)

ANHA