Bêyî razîkirina hemû aliyan çareserî di Sûriyeyê de tune ye

Bêyî razîkirina hemû aliyan çareserî di Sûriyeyê de tune ye
18 îlon, 2018   09:35

YEHYA EL-HEBÎB

Lihevkirina Rûsya û Tirkiyeyê der barê Sûriyeyê de û êrîşên ezmanî li dijî Laziqiyê ji kîjan jêderê bin jî tenê tê wateya ferzkirina hevkêşeyeke siyasî û leşkerî di rewşa Sûriyeyê de.

Dibe ku hin kes êrîşên ezmanî yên li dijî Laziqiyê û hêrsbûna dewletên rojavayî bi serkêşiya Amerîkayê li nêzî berava Sûriyeyê ku gumanan derdixe ku dê êrîşên din li dijî deverên hesastir pêk bînin, mijareke tenê ji bo rojekê ye û piştre heman rewş dubare dibe. Lê tişta nû di vê darbeyê de ragihandina bidawîkirina rewşa bêdengiya stratejîk li Washingtonê û dewletên rojavayî ye û dest bi sînordarkirina Rûsya, Tirkiye û Îranê dikin.

Washington her tim dibîne ku xebatên Rûsya, Tirkiye û Îranê yên îmzekirina hevpeymanan li Astanayê di bin navê herêmên kêmpevçûn de û hin hevpeymanên din tenê windakirina demê ye.

Gelek çavdêrên Amerîkayê wesfa dirêjbûna aloziya Sûriyeyê dikin ku ew hûtekî xewkirî ye û dema hişyar bibe dê hemû hêzên li derdora xwe bixwe. Destpêka vê hişyarbûnê di peyamên wezîrê karên derve Rex Tillerson de bû ku tê de stratejiya welatê xwe der barê Sûriyeyê de ragihand. Ango ne tenê daxwaza rêveberiya Amerîkayê ya derbasbûna nava şerê Sûriyeyê bi awayekî ji berê bihêztir di her du aliyên siyasî û leşkerî de vedibêje, lê belê nexşerêya stratejiya Amerîkayê ji bo çareseriyê vedibêje. Di vê derbarê de rêbazeke hevkariyê di navbera xwe û dewletên wekî Almanya, Fransa, Brîtanya, Erebistana Siûdî, Urdinê de û dibe ku hin dewletên din hebin, ava kir.

Tişta ku bala mirovan dikişîne, ew e ku ev nexşerê, ji bilî ku nêrîna Amerîka û dewletên li rex wê vedibêje, di heman demê de peyamek ji aliyên din ên di nava aloziya Sûriyeyê re ye, nemaze Rûsya, Îran û Tirkiyeyê û piştrast dike ku êdî ne pêkan e ew bi tena xwe çarenûsa Sûriyeyê diyar bikin û serweriyê di navbera xwe de parve bikin û êdî qonaxa wekaleta wê ya birêvebirina aloziya Sûriyeyê bi dawî bûye.

Peyamên Amerîka û dewletên rojavayî ji Rûsya û Tirkiyeyê re ew e ku çareseriya Sûriyeyê bêyî xebatên li Cinêvê ne pêkan e, ango ne di danûstandinên Astana û ne jî li Soçî de çareser dibe ku Rûsya xwe dispêre wan. Bi nêrîna Amerîkayê çareserî divê li gorî pîvanên Konseya Ewlehiyê ya navneteweyî li gorî biryara 2254’an pêk were.

Dûrxistina Îranê ji lihevkirina Rûsya û Tirkiyeyê di vê dawiyê de der barê mijara Idlibê de ya avakirina devereke bêçek, gelek senaryoyan bi xwe re tîne. Yek ji wan ew e ku Rûsya dixwaze Tirkiyeyê bi razîkirin bide û ji aliyekî din ve jî di dosyaya Sûriyeyê de ji îraniyan dûr bikeve, nemaze ji ber zextên rojavayî li ser wê.

Êrîşên fûzeyî li dijî gelek deverên Sûriyeyê ji aliyê balafirên leşkerî yên Îsraîlê û dewletên rojavayî û windabûna balafireke Rûsyayê li ser Derya Spî, ne pêkan e dûrî hevpeymana di navbera Pûtîn û Erdogan de duh li bajarê Soçî der barê Idlibê de were nirxandin.

Rûsya û Tirkiye ku axa Sûriyeyê parçe dikin û çeteyan ji cihekî vediguhêzin cihekî din, niha li hemberî van êrîşan matmayî mane.

Rûsya ku di van salên borî de hêzên xwe tîne nikare deverên di bin serweriya xwe de biparêze û baş dizane ku eger hêzên navneteweyî ber bi çareserkirina aloziya Sûriyeyê ve tev bigerin rêjîm û berjewendiyên wê ne pêkan e bêne parastin.

Sîstema parastina ezmanî ya Rûsyayê ku li Sûriyeyê hatiye bicihkirin, dema ku fûzeyên Îsraîlê û dewletên rojavayî tên û bi taybet dema ku hevkarên wê yên îranî armanc tên girtin, tê veşartin û bê bandor dibe.

Lawazbûna Rûsyayê di Sûriyeyê de neçarî peydakirina çareseriyekê bi Washingtonê re bike. Ev yek ji paşguhkirina armancgirtina hêzên îranî re dest pê kir.

Helwesta Rûsyayê li hemberî hevkarê xwe yê Îranê bêguman dê hevkarê Tirk jî bigire nava xwe, eger lihevkirinekê bi Washingtonê re pêk bîne. Dema ku aliyên mezin li hev dikin, ên bi çûk derdikevin lîskê û Tirkiyeyê li rex nakokiyên wê ku hemû tengezar kirine, dê herî zêde rastî ziyanan were.

ANHA